Saziyên Kurdan ên li Amerîkayê banga Rojava li Kongreya DYA’yê kir

 Li Amerîkayê 11 saziyên Kurdan û endamê Meclisa Şaredariya Bllevue ya Eyaleta Washingtonê Naren Briar, li dijî êrişên ser Rojava banga berpirsyartiyê li Kongreya DYA’yê kir.

Saziyên Kurdan ên li Amerîkayê banga Rojava li Kongreya DYA’yê kir
21 ÇILE, 2026   11:35
NAVENDA NÛÇEYAN

11 saziyên Kurd ên ku li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê xebat dimeşînin û Endama Meclisa Şaredariya bajarê Bellevue ya eyaleta Washington siyasetmedara Kurd Naren Briar ji bo Rojava bang li Kongreya DYA’yê kir ku berpirsyarî bigire. 

Di daxuyaniya hevpar de hate diyarkirin ku êriş dibin sedem ku Kurd û gelên din bi zorê ji cihê xwe bên kirin û rû bi rûyê binpêkirinên mafên mirovan û xeteriya komkujiyê dimînin. Hat destnîşankirin ku hêzên dewleta Sûriyeyê bi hezaran girtiyên DAIŞ’î berdane û hate ragihandin ku rêveberiya Şera agirbestê red dike, bi êrişan hewl dide desthilatdariya xwe xurt bike, welêt rû bi rûyê karesateke mirovî û gefeke qirkirinê ya muhtemel e.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku DYA’yê tevî tifaqa bi HSD’ê re ya li dijî DAIŞ’ê, mudaxileyî êrişan nekir û hate destnîşankirin ku rewşa li Rojava mîna dema sala 2014’an e.

Bang li endamên Kongreya DYA’yê hate kirin ku êrişên hikûmeta Sûriyeyê li ber raya giştî şermezar bikin û ji bo rawestandina êrişan zextê li rêveberiya DYA’yê bikin. Her wiha bang li tevgerên civakî yên li DYA’yê jî hate kirin ku piştevaniya bi gelên Rojava re mezin bike û zextê li ser Kongreyê bike.

Saziyên Kurdan û Naren Briar daxwaz kirin ku DYA demildest mudaxile bike û êrişan rawestîne, milîsên bi piştgiriya Tirkiyeyê bên vekişanin, ji bo Sûriyeyeke federatîf a ku hemû mafên gelan bixe bin ewlehiyê bi HSD’ê re car din muzakere destpê bikin û çavdêrên navneteweyî tevlî hevdîtinên siberojê bên kirin.

Îmzevan:

*Komîteya Rewşa Lezgîn a Rojava (ECR)

*Komeleya Kurd a Washingtonê (KAWA)

*Navenda Civaka Kurd a Kalîforniyayê (CalKurd)

*Navenda Çandê ya Kurd a Illinoisê (KCCI)

*Komeleya Perwerdeyê ya Amerîkayê ya Kurd a Los Angelesê

*Komeleya Kurd a New Englandê (NEKA)

*Civata Kurd a Başûrê Kalîforniyayê (KCSC)

*Komeleya Kurd a Amerîka (AKA)

*Meclisa Civakên Kurdistanê

*Koma Amerîka ya Kurd (KAG)

*JudiKA

*Naren Briar, rayedara hatî hilbijartin (Bajarê Bellevue, WA)