Şaredariyên gelek bajarên kantona Cizîrê civînên xwe yên salê li dar xistin

Şaredariyên Çilaxa, Dêrik û Amûdê xebatên ku îsal pêk anîne bi gel re parve kirin û ji bo diyarkirina plansaziya sala nû jî li pêşniyaran guhdarî kir.

28 mijdar, 2024   16:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Şaredariyên gel ên bajarên Çilaxa, Dêrik û Amûdê civînên xwe yên salane li dar xistin.

ÇILAXA

Şaredariya Gel a bajarê Çilaxa civîn li hola PYDˈê ya naverasta bajar li dar xist. Hevserokên komîn, saziyên sivîl û endamên şaredariyê, daîreya avê, meclisên bajar û Meclisa Malbatên Şehîdan amade bûn.

Hevseroka Şaredariya Çilaxa Firyal Qesûm rapora şaredariyê ya 2024ˈan xwend. Di raporê de projeyên ku hatine pêkanîn hatin bibîrxistin. Li gorî raporê, projeya gihandina ava bîran ji bo bajar û gundan, danîna 5 jenartoran hatin pêkanîn, gelek rê hatin qîrkirin. Ji aliyê Nivîsgeha Jinan a Şaredariyê ve jenartor li ser bîra li taxa Selahedîn hate danîn û depoya avê ya li gundê Girhiyûk hat sererastkirin.

Di raporê de hate destnîşankirin ku xebatên avakirina bîrekê ji bo 3 gundênBekir, Xelî-Nebî Sadî û Mûsa Kora dê dewam bike. Her wiha xebatên danîna xetên kanalîzasyonê li gundê Batirzan ê bakurê Çilaxa dewam dikin û dibe dawiya îsal bi dawî bibe.

Der barê rojeyên şaredariya bajarokê Abira yê bakurê rojavayê Çilaxa jî ev tişt hatin diyarkirn, 3 xetasên bîran  werin kirin, xetên kanalîzasyonê li gundê Emarata Jorîn û Kerho werin danîn, rêyên gundê Kênco yê başûrê Abirê, rêya gundê Kênco-Kerdîn werin sererastkirina rêya bîra li gundê Abirê were sererastkirin.

PLANSAZIYA 2025

Hevserokê Şaredariya Gel Feysel Mihemed projeyên ku di 2025ˈan de jî werin pêkanîn, diyar kirin. Li gorî raporê,  22 proje ku piraniya wan ên qîrkirina rêyan, sererastkirin û nûkirina xetên kanalîzasyonê û kolandina bîran wê werin pêkanîn.

Di dawiyê de beşdaran jî pêşniyarên xwe anîn ziman. Pêşniyar hatin nivîsandin û radestî Yekitiya Şaredariyan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bên kirin da ku binirxîne.

DÊRIK

Li Dêrikê jî bi beşdariya endamên şaredarî û nûerên Saziyên Rêveberiya Xweser civîneke li avahiya şaredariyê hat lidarxistin.

Endama Şaredariya Gela  Dêrikê Heznê Hacî rapora xebatên ku pêk anîne û plansaziya sala 2025ˈan xwed.

Di raporê de hate diyarkirin ku rêyên sereke û yên şaxê bi dirêjahiya hezar û 300 mître kab  hatin qîririn, xetên kanalîzasyonê hatin sererastkirin, tabloyên enerjiya tavê li ser bîran hatin danîn û li 5 bîrên din jenartor hatin danîn.

Di civînê de gelek xebatên nû yên xizmetguzariyê ji bo bajêr hatin pêşniyarkirin û wiha ne: firehkirina torên kanalîzasyonan, dabînkirina rûberên keskahiyê ji bo zarokan û malbatên wan, danîna çirayan li sûka navendî û kolanên sereke, qîrkirina kolanên zirar lê bûne.

Civîn bi qebûlkirina pêşniyaran bi dawî bû ku ew pêşniyar dê piştre ji Yekitiya Şaredariyan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re werin rakirin ku lêkolîn bikin û di 2025ˋan de dest bi pêkanînê bikin.

AMÛDÊ

Li bajarê Amûdê jî, Şaredariya gel civîna xwe ya salê bi beşdariya endamên şaredariyê, Saziyên Civaka Sivîl, meclis û komînên bajêr li dar xist.

Di civînê de endama Nivîsgeha Jinan a Şaredariya Gel a Amûdê Siyaal Mihemed rapora salê xwend.

Di civînê de komên pêşniyarên ji bo sala 2025ˋan hatin nîqaşkirin û wiha ne: çêkirina rîgarên baranê li hin kolanên bajêr, danîna xîzan li ser rêyan û qîrkirina rêyan, rêyên li gundê Hisên Romî werin qîrkirin û parkek ji bo jinan were avakirin.

Dûre sînevîzyonek li ser xebata şaredariyê ya 2024ˋan hat pêşkêşkirin.

Civîn bi girîngîdayîna pêşniyarên hatin kirin, bi dawî bû.

(bb-fr)

ANHA