Şaredariyên Çilaxa û Dêrikê xizmetên berfireh dikin

Şaredariyên Gel ên bajarên Çilaxa û Dêrikê ji bo zêdekirina xizmetan xebatên xwe didomînin.

Şaredariyên Çilaxa û Dêrikê xizmetên berfireh dikin
Şaredariyên Çilaxa û Dêrikê xizmetên berfireh dikin
Şaredariyên Çilaxa û Dêrikê xizmetên berfireh dikin
Şaredariyên Çilaxa û Dêrikê xizmetên berfireh dikin
Şaredariyên Çilaxa û Dêrikê xizmetên berfireh dikin
Şaredariyên Çilaxa û Dêrikê xizmetên berfireh dikin
Şaredariyên Çilaxa û Dêrikê xizmetên berfireh dikin
15 nîsan, 2025   07:45
QAMIŞLO

Şaredariya Gel a Dêrikê ya kantona Cizîrê xebatên xizmetguzariyê yên bi armanca başkirina xweşikbûna bajêr, berfirehkirina Herêma Pîşesaziyê û birêxistinkirina plana taxa Cûdî bi dawî kirin.

Şaredariya Gel projeya ronîkirina kolana sereke ya ji ketina bajêr, kolana Kornîşê û heta bi Qada Azadî, li aliyê bakur jî ji Qada Şehîd Hevrîn heta Qada Şehîd Beyrem, bi dawî kir.

Her wiha Şaredariya Gel a Dêrikê projeya xwe ya berfirehkirina Herêma Pîşesaziyê li ser 3 qonaxan pêk tîne. Di qonaxa yekem de 36 dikan hatin avakirin, niha qonaxa duyem dest pê kiriye ku di vê qonaxê de dê 7 dikanên din ên duqat werin avakirin.

Rûbera erda qonaxa yekem û duyemîn 18 hezar û 789 metrekare ye. Şaredariyê heta niha hûrgiliyên qonaxa sêyem aşkera nekirine.

Rêveberê Şaredariya Gel a Dêrikê Mutî Elî diyar kir ku ew li gorî lêkolînên hatine kirin ku bikevin xizmetî bajêr xebatên xizmetguzariyê pêkêş dikin.

LI ÇILAXAYÊ XEBATÊN PAQIJIYÊ BERFIREH BÛN

Şaredariya Gel Çilaxayê jî dest bi cîbicîkirina kar û barên nû kiriye ji bo baştirkirina paqijiya bajêr. Di vê çarçoveyê de pêngavên hişyariyê hatin birêxistinkirin.

Her wiha şaredariyê hejmara konteynerên çopê li taxan û sûka giştî zêde kir û karên rojane yên paqijiyê jî zêde kirin.

Şaredariyê der barê metirsiya avêtina bermahiyan li kanalên avê û cihên giştî, kampanyayên hişyarkirinê ji bo şêniyên bajêr pêk anîn.

Şaredariyê her wiha ragihand ku ew ê bi xwediyên mal û dikanên li nêzî çem re hevdîtinan bikin û der barê parastina jîngehê û tenduristiyê de agahiyan bidin.

Hevserokê Beşa Jîngehê ya Şaredariya Gel a Çilaxayê Selahedîn Selac Mihemed der barê mijarê got: "Em ji bo hişyarkirina civakê dixebitin, ji ber ku nebûna hişyariyê pirsgirêka herî mezin e."

Selac Mihemed anî ziman ku şaredarî tevî derfetên kêm wek kêmbûna kamyon û konteyneran, xebatên xwe dewam dike û xizmetên sereke ji şêniyan re pêk tîne.

(k)

ANHA

DêRIK

çil axa