Şêniyên Şedadê sîstema îşkence û qirkirinê şermezar kir

Şêniyên bajarê Şedadê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir û diyar kir ku "peyama dawîn a Rêbertî banga aştî û jiyana hevbeş a ji bo hemû pêkhateyan û wekhevî û edaletê ye".

Şêniyên Şedadê sîstema îşkence û qirkirinê şermezar kir
15 nîsan, 2025   02:35
HESEKÊ

Tevî ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ a Rêber Abdullah Ocalan jî, dewleta Tirk a dagirker sîstema işkence û qirkirinê li Girtîgeha Îmraliyê didomîne.

Li bajarê Şedadê yê başûrê kantona Cizîrê, şêniyên herêmê, bi taybet rewşenbîr, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têkoşîna xwe didomînin.

Der barê mijarê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan Xedîce El Xidêr destnîşan kir ku bi "armanca tecrîda girankirî qutkirina têkiliya Rêbertî bi gel re ye."

Xedîce El Xidêr, sistema îşkence û qirkirinê şermezar kir û diyar kir ku fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan li cîhanê û bi taybetî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê belav bûye. Xedîca Her wiha got: "Ramanê Rêber Abdullah Ocalan rêya rizgarkirina gelên herêmê ji koletî û mêtingeriyê ye. "

Çalakvanê mafên mirovan Mihemed Xelîl siyaseta Tirkiyê ya li hember Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û diyar kir ku peyama Rêber Abdullah Ocalan banga aştî û pêkvejiyana hemû pêkhateyan û pêkanîna wekhevî û dadperweriyê ye. Her wiha destnîşan kir ku "armanca Rêbertî azadiya hemû gelên herêmê ye û ev rastî di peyama wî de bi awayekî vekirî diyar dibe".

Di 27’ê Sibatê de Rêber Abdullah Ocalan di peyama ku bi rêya şandeya Îmraliyê şandibû, banga aştî û civaka demokratîk kir û ev bang weke bangeke dîrokî hate nirxandin.

(k)

ANHA