Cotkarên Til Birakê sebzeyên havînê diçînin

Piştî têkçûna demsala çandiniya genim û ceh, ji ber kêmbûna bajarê, gelek cotkar berê xwe dane çandiniya sebzeyên havînê.

Cotkarên Til Birakê sebzeyên havînê diçînin
Cotkarên Til Birakê sebzeyên havînê diçînin
Cotkarên Til Birakê sebzeyên havînê diçînin
Cotkarên Til Birakê sebzeyên havînê diçînin
Cotkarên Til Birakê sebzeyên havînê diçînin
Cotkarên Til Birakê sebzeyên havînê diçînin
15 nîsan, 2025   07:07
HESEKÊ
AMER EL EZAWÎ

Cotkarên li gundewarên bajarê Til Birakê yê kantona Cizîrê îsal ji ber kêmbûna baranê û bahoza tozê gelek zehmetî kişandin.

Ji ber van ziyanan cotkarên herêmê dest bi çandina zebeşên havînê kir.

Çandina sebzeyên havînê di meha Sibatê de dest pê dike, wê demê şitilên sebzeyên mîna bacan, xiyar, bacanên reş û bîber di kortikên parastî de têne çandin, paşê piştî ku şîn tên cotkar wan şitilan li zeviyan diçînin. Îsal cotkar pê hesiyan ku çandiniya di kortikên parastî de êdî ne vebijêrkek e lê pêdiviyeke aborî ye.

Cotkarê bi navê Emîn El Muxlif dibêje: "Me di çandina genim û ceh de ji ber ziwabûnê, zirareke mezin dît, ji ber vê yekê me berî du mehan berê xwe da çandina sebzeyan.”

Astengiya li pêşiya cotkaran ne tenê pirsgirêkên avhewayê ne, lê her wiha zêdebûna buhayên kel û pelên bingehîn ên çandiniyê jî barê cotkaran giran kiriye. El Muxlif dibêje: "Çandina di kortikên parastî de hewceyî lênêrîn û guhpêdana berdewam e û lêçûna wan zêde ye, ji ber bilindbûna buhayên hesin, plastîk û axa taybet. Em barê van lêçûnan hildigirin bi hêviya ku em dahateke baş li bazara herêmî bi dest bixin.”

Emîn El Muxlif bang li saziyên peywendîdar kir ku piştgiriya pisporî û darayî bidin cotkaran û peydakirina pêdiviyên çandiniyê hêsan bikin. Her wiha got: "Pêdiviya me bi alîkariya saziyên çandiniyê heye ku krediyan bidin cotkran an jî alavên hilberînê ji wan re peyda bikin. Ev projeyên çandiniyê dikarin aboriya gundan geş bikin. "

(k)

ANHA