Şaredariya Şeife dest bi projeya xebitîna Stasyona Ava Weset kir

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Dêrazorê hewl dide bi rêya pêkanîna projeya enerjiya tavê avê ji şêniyên bajêr re dabîn bike.

Şaredariya Şeife dest bi projeya xebitîna Stasyona Ava Weset kir
Şaredariya Şeife dest bi projeya xebitîna Stasyona Ava Weset kir
Şaredariya Şeife dest bi projeya xebitîna Stasyona Ava Weset kir
Şaredariya Şeife dest bi projeya xebitîna Stasyona Ava Weset kir
12 sibat, 2025   07:35
DÊRAZOR

Şaredariya Gel a bajarokê Şeife yê kantona Dêrazorê ji bo stasyona Ava Weset dest siwarkirina pergala tabloyên enerjiya tavê kir, da ku saetên xebitîna stasyonê zêde bike.

Şaredariya dest bi rastkirina erê, kolandina kortên tesbîtkirina tablo û stûnên wê kir.

Li gorî şaredariyê dê ev proje saetên xebitîna stasyonên zêde bike. Her wiha stasyon di rojê de tenê 6 saetan dixebitî, lê wê piştî vê projeyê rojane 12 saetan bixebite.

Stasyona Weset avê dide nêzî 25 hezar şêniyên li 23 taxan. Şaredariya gel diyar kir ku armanca vê projeyê ew e ku saetên xebitîna dînamoyên avê werin zêdekirin ku barê welatiyan sivik bibe.

Bi peydakirina enerjiya altarnatîf a bi rêya pergala enerjiya tavê re wê ev proje lêçûn û barekî mezin ji ser welatiyan rake û êşên wan ên nedabînkirina avê sivik bike.

Proje ji siwarkirina 350 tabloyan pêk tê, wê hêza 120 k,w bide stasyona Ava Weset.

Eger tiştekî awarte çênebû, ev proje wê di navbera 3 mehan de bi dawî bibe.

Her wiha li bajarokê Şeife 4 stasyonên avê hene ku avê nêzî ji sedî 80 ji şêniyan re peyda dike, lê ji ber lêçûnên torên avê, niha tenê ji sedî 40 avê dide welatiyan. Li gorî şaredariyê, bi rûbera 8 hezar 600 heta 15 hezar metre torên avê telef bûne.

Çaverê ye şaredarî di çend rojên bê de ji bo çareserkirina vê kêşeyê lêkolînan bike û planekê ji bo çareserkirina avê bi rêjeya ji sedî 100 ji bo bajarokê Şeife deyne.

(fr)

ANHA