Şaredariya Qamişloyê û Desteya Jîngehê dest bi çandina daran kir

Şaredariya Gel a Qamişloyê bi hevkariya Desteya Jîngehê ya kantona Cizîrê 300 şitilên daran li Qada Yûsif Gulo çandin. Biryar e li gelek deverên din ên bajêr dar bêne çandin.

Şaredariya Qamişloyê û Desteya Jîngehê dest bi çandina daran kir
Şaredariya Qamişloyê û Desteya Jîngehê dest bi çandina daran kir
Şaredariya Qamişloyê û Desteya Jîngehê dest bi çandina daran kir
Şaredariya Qamişloyê û Desteya Jîngehê dest bi çandina daran kir
Şaredariya Qamişloyê û Desteya Jîngehê dest bi çandina daran kir
Şaredariya Qamişloyê û Desteya Jîngehê dest bi çandina daran kir
15 nîsan, 2025   13:39
QAMIŞLO

Di çarçoveya xebatên ji bo zêdekirina şînkahiya bajêr de Şaredariya Gel a Qamişloyê bi hevkariya Desteya Jîngehê îro şitilên gulan û daran çandin.

300 şitilên gulan û daran li Qada Şehîd Yûsif Gulo ya li rojavayê bajêr hatin çandin. Biryar e ku li qadên din ên giştî yên bajêr dar bêne çandin.

Di vê derbarê de ji rêveberên Desteya Jîngehê Mehmûd Şêbo got: "Em ê çandina daran li hemû taxên bajêr berdewam bikin.”