Li kantona Cizîrê amadekariyên meşên girseyî

Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan li bjarên kantona Cizîrê amadekariyên meşên girseyî tên kirin, mesa yekem dê di 22ê Nîsanê de dest pê bike.

Li kantona Cizîrê amadekariyên meşên girseyî
15 nîsan, 2025   12:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarên Qamişlo, Girkê Legê û Dêrikê yên kantona Cizîrê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan amadekariyên lidarxistina 3 meşên girseyî tên kirin.

Beriya van meşan rêze çalakiyên amadekariyê tên kirin, weke civînên bi gel re û serdanên meclîs û komînan, da şêniyan vexwînin ku bi girseyî beşdarî meşan bibin.

Di vê çarçoveyê îro yekemîn civîna amadekariyê li Qamişlo tê lidarxistin û bê li bajarên din jî civînên bi heman armancê werin lidarxistin.

Bernameya meşên girseyî:

22 `ê Nîsanê: Qamîşlo

27`ê Nîsan: Girkê Legê

29`ê Nîsanê: Dêrik

Di çarçoveya kampanyaya berfireh a gel a ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan de dê li bajarên din ên kantona Cizîrê jî bi heman armancê meş bêne plankirin.