Şaredariya Qamişlo ji bo başkirina karûbarên bazarê kampaniya da destpêkirin

Şaredariya Gel a Qamişloyê ji paqijiya sûka bajêr û hêsankirina tevger çûn û hatinê, kampanyayek berfireh da destpêkirin. Di kampanyayê de firoşkarên ku çûn û hatinê asteng dikirin bo cihên diyar hatin veguhezitn û xwediyên dikarnan ên ku peyarêyan digirin hatin hişyarkirin.

28 hezîran, 2025   07:17
QAMIŞLO
SILAVA EBDULREHMAN

Di 15’ê Hezîranê de, Şaredariya Gel a Qamişo jibo başkirina karûbarên bazarê û hêsankirina çûnûhatinê kampanyayek des pê kir. 

Di çarçoveya kampaniyê de, ji bo firoşkarên li kolanan çûn û hatina şêniyan asteng dikirin cihên guncaw hatin destnîşakirin û ji wan hate xwestin ku karê firoşkariyê li wir bikin, her wiha xwediyên dikanan ên ku peyarêya digirin hatin hişyarkirin.

Hevseroka Şaredariya Gel a Qamişlo Berîvan Umer diyar kir ku armanca wan başkirina paqijiya giştî û estetîka bajêr e, her wiha anî ziman ku armanc ne astengkirina firoşkarên kolanan e, lê belê rêkxistina karê wan û parastina debara wan e, lewma ew bo cihên kar ên ewle û baştir hatine veguheztin.

Berîvanê destnîşan kir ku şaredariyê bi rêya zabiteyê gelek caran firoşkarên kolanan hişyar kiriye, hûrguliyên kampanyayê ji wan re rave kiriye, bazarek taybetî ji bo wan veqetandiye. Her wiha xwediyên dikanan ên ku peyarêyan digirin hatin hişyarkirin.

Şaredariya bajarê Qamişlo ji bo firoşkarên li kolanan, li cihekî diyar 150 kişk ava kirine û bi kirêyeke kêm ku 20 dolar e dide firoşkaran.

Bêrîvan diyar kir ku girtina peyarêyan ji hêla xwediyên dikanan ve û pirbûna firoşkarên li kolanan rêya trafîkê û çûn û hatina xelkê asteng dikir.

Heysem El Salih, firoşkarekî sebzeyan li bazara qesaban e, diyar kir ku ev gav erênî ye û got " Şaredariyê ji bo firoşkaran cihekî ewle û fireh peyda kiriye ku karibin li wir kelûpelên xwe bifroşin û wan ji sermayê û germê biparêze."

Şêniyê bi navê Xesan Hesen Esed destnîşan kir ku "bicîhanîna projeya kişkan li Bazara Hetîn hişt ku karûbarên bazarê hêsantir  bibe û bazar paqijtir bibe. Niha çûn û hatina xelkê hêsantir bûye, xelk dikarin kelûpelên xwe bikirin. Lê berê bazar pir qelebalix bû û ne paqij bû. "

Kampanyaya ji bo başkirina karûbarên bazarê berdewam dike, şaredarî rasterast bi firoşkaran re têkilî dike û bi wan re hevkariyê dike ku veguhestina wan bo cihê nû hêsantir bibe.

(k)

ANHA