Desteya Çandiniyê li Reqayê dê mazota arzan bide cotkaran

Desteya Çandinî û Avdanê li kantona Reqayê  ji bo piştgirya çandiniya demsala havînê, amadekariyên belavkirina mazotê li çokaran dike.

Desteya Çandiniyê li Reqayê dê mazota arzan bide cotkaran
28 hezîran, 2025   06:10
REQA
MIHEMED XELÎL

Meclisa Aborî û Çandiniyê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, biryara da ku pişgiriya çandiyên demsala havînê bi taybet çandiniya pembo, sebze û darên fêkî bie.

Li gorî plansaziya salane ya Desteya Çandinî û Avdanê, îsal ji sedî 16 qada çandiyê ji bo çandina pembo û ji sedî 3 ji bo çandina sebzeyan hatiye veqetandin. Desteyê ragihand ku ew ê ji bo peydakirina mazota arzan piştgiriya pêkanîna vê planê bike.

Li gorî plana desteyê, dê ji bo her avdanekê, ji her donimek erda ku bi ava bîrên kûr tê avdan 20 lître  mazot bide. Her wiha ji bo donimek erd ku bi ava çeman û rûbaran tê avdan 12 lître, û ji bo her donimeke sebzeyan 10 lître mazot bide.

Hevserokê Ofîsa Çandiniyê ya Desteya Çandinî û Avdanê ya Kantona Reqayê, Eymen El Sultan got, "Bi destpêkirina demsala havînê re, Desteya Çandinî û Sewalkariyê ya Reqayê dest bi hejmartina deverên ku bi pembo û sebzeyan hatine çandin kir, tîmên Ofîsê  jî ji bo hijmartinê çûn nav zeviyan. "

El Sultan eşkere kir ku li kantonê 71 hezar donim pembo û 14 hezar donim zebzeyên cuda hatine çandin.

Der barê piştgiriya bexçe û bistanên darên fêkî li kantona Reqayê de El Sultan got, "Desteyê ji ofîsê xwest ku bi navendên çandiniyê yên kantonê re hevkariyê bike da ku ji bo 4 avdanan mazotê bide cotkarên darên fêkî. " El Sultan diyar kir ku wan ji bo her donimek darên fêkî 5 lître mazot veqetandiye.

Rûberên çandiya avî yên li kantona Reqayê 90 hezar hektar in, piraniya wê rûbarê bi rêya projeyên avdanê weke projeyên Belîx, El Raid û projeyên li ser çemê Firatê, tên avdan.

(k)

ANHA