Şaredariya Minbicê plansaziya bajarekî pîşesaziyê dike

Şaredariya Gel a Minbicê amadekariyan dike ku di sala bê de bajarekî pîşesaziyê ava bike lê beriya wê dê tora kanalîzasyonê were bicihkirin.

Şaredariya Minbicê plansaziya bajarekî pîşesaziyê dike
Şaredariya Minbicê plansaziya bajarekî pîşesaziyê dike
10 kanûn 2023   05:41
MINBIC

Şaredariya Gel a Minbicê projeyên kanalîzasyonê li gorî plansaziya 2023`yan bi lêçûna 72 hezar dolarî bi dawî kirin. Ev xebat li taxên Serb, 4 Kîlo, Hizwane, Rêya Helebê û Tebê derdora 4 mehan dewam kir.

Der barê projeyê de, hevserokê Şaredariya Gel a Minbicê Xalid El Îbrahîm got: “Di çarçoveya vê projeyê de hezar û 100 metre borî hatin danîn. Li hin cihan, eşkêla boriyan 40 sentîmetre û li hinekan jî 50 sentîmetre ye.”

El Îbrahîm destnîşan kir ku Şaredariya Gel amadekariyan dike ku di 2024`an de bajarekî pîşesaziyê ava bike, ji bo wê jî dê binesaziya wê amade bike.

Li gorî şaredariyê, dê li bajarê pîşesaziyê torên kanalîzasyonê bi hezar û 400 metre û bi lêçûna 106 hezar dolarî bê bicihkirin.

Çaverê ye şaredarî destpêka salê dest bi projeyê bike.

(şx)

ANHA