ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10-12-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10-12-2023
10 kanûn 2023   02:00

 Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên di bin dorpêça hikumeta Şamê de ji ber nebûna mazotê bermahiyên caw bi kar tînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Beşa Sererastkirinê ya Nivîsgeha Avdanê ya Reqayê, ji bo kêmkirina zirarên şorbûna axê gelek tedbîran digire. Şorbûna axê bi awayekî neyînî bandorê li hilberandinê û ewlehiya xurekê dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Şaredariya Gel a navçeya Holê ya kantona Hesekê civînek li hola PYD`ê li dar dixe saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)
Meclisa Navçeya Şedadê ya kantona Hesekê li hola Şaredariya Gel civînekê li dar dixe saet di 11:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şaredariya Gel a Minbicê amadekariyan dike ku di sala bê de bajarekî pîşesaziyê ava bike lê beriya wê dê tora kanalîzasyonê were bicihkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Rojnameyên erebî di weşanên xwe yên hefteya borî de bal kişand rewşa li herêmên Sûriyeyê yên dagirkirî,  şerê li Xeza, tevgera dewleta Tirk li Iraqê, her wiha rewşa Sûdanê.

Li Dêrikê bi dawaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kon  li ber avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan tê vedan, saet di 09.00′an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarokê Hecînê yê gundewarê rojhilatê Dêrazorê ji bo endamê Fermandariya QSD û endamê Fermandariya Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê şehîd Ronî Welat konê sersaxiyê li qada leşkerî ya li bajarokê vedide, saet di 09.00′an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Saziya Aboriya Civakî ya Helebê civîna xwe ya salane li Kafeterya Telet Heleb a li beşê rojhilat ê taxa Şêxmeqsûdê li dar dixe, saet di 10.00′an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Însiyatîfa Sûriyeyê ya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan, Însiyatîfa Parêzerên Sûriyeyê ya Parastina Rêber Abdullah Ocalan û Yekitiya Bijîşakn bi sernavê "Di doza Rêber Abdullah Ocalan de binpêkirina qanûna navneteweyî" konferansa yekemîn li avahiya Zanîngeha Şerq a li bajarê Reqayê li dar dixin, saet di 10.00′an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Yekitiya Ragihandina Azad têkildarî xebatên komîteya lêkolînkirina rastiyan a der barê hedefkirina rojnamevanan de civîneke çapemeniyê li parka Xwendinê ya li bajarê Qamişloyê li dar dixe, saet di 11.00′an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê bi boneya Roja Mafên Mirovan a Cîhanê daxuyaniyekê li ber avahiya Komîsereya Kar û Barên Penaberan a NY′yê ya li bajarê Qamişloyê dide, saet di 10.00′an de. Bi heman armancê Navenda Çand û Hunerê ya Girkê Legê çalakiyekê li navenda Aram Tîgran li dar dixe, saet di 12.00′an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Tebqayê bi boneya Roja Mafên Mirovan a Cîhanê panelekê li navenda çandê li dar dixe, saet di 11.30′an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Li avahiya Meclisa Gel a bajarokê Cezayê ji bo şervanê QSD′ê şehîd Xelîl El Hacî sersaxî tê xwestin saet di 12.00′an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA