Li herêmên dorpêçkirî rêbazên germkirinê

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên di bin dorpêça hikumeta Şamê de ji ber nebûna mazotê bermahiyên caw bi kar tînin.

Li herêmên dorpêçkirî rêbazên germkirinê
Li herêmên dorpêçkirî rêbazên germkirinê
Li herêmên dorpêçkirî rêbazên germkirinê
Li herêmên dorpêçkirî rêbazên germkirinê
Li herêmên dorpêçkirî rêbazên germkirinê
10 kanûn 2023   02:43
HELEB
NESRÎN ŞÊXO

Ji ber ambargoya giran a ku hikumeta Şamê daniye ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê zehmetiyên şêniyan zêdetir dibe. Hêzên hikumeta Şamê, di serî de sotemenî nahêlin pêdiviyên sereke derbas bibin.

Ji ber nebûna mazotê ya ji bo germkirinê şênî neçar in li alternatîfên din bigerin.

Jina bi navê Emîne Muslim (60) ji Efrîna dagirkirî koçber bûye û li devera Şiqêf a Şêxmeqsûdê dimîne. Emîne Muslim got: "Me sobeyeke êzingan daniye, em bermahiyên qumaşan dişewitînin, ji ber ku destê hikumeta Şamê dirêjî mafên herî biçûk ên welatiyan dike."

Emîne Muslim dabîra 5 zarokan e ku bavê zarokan sala 2014′an dema serweriya çeteyên DAIŞ′ê li Reqayê şehîd bû.

Dayika Emîne rewşa xwe wiha vegot: "Ez bi nevî û dayika wan re dijîm, kurê herî mezin 14 salî ye, tevahî zarok hîna biçûk in nikarin li hemberî sermaya zivistanî li ber xwe bidin, lew ra dayika wan diçe kargeha çêkirina cilan û bermahiyên qumaşan kom dike da ku em ê zarokên xwe pê germ bikin."

Her kîloyeke bermahiyên qumaşan di navbera 2 hezar û 500 heta 3 hezar û 500 lîreyên Sûriyeyê ye.

Dayika Emîne Muslim anî ziman ku hêvî dike her hefteyekê carekê çend kîlo bermahiyên qumaşan bê pere werbigire û got: "Miqdara ku em dikirin têra çend saetan tenê dike, dema pir sar be em dişewitînin, piştre em xwe bi betaniyan dinixumînin.′′

Dayika Emîne Muslim got: "Hikumetê jiyan li me zehmet kiriye, hiştiye ku bidestxistina her tiştî zehmet be. Eger bihêle madeyên germkirinê derbasî herdu taxan bibin me ewqas zehmetî nedikişand û min dê bi hêsanî neviyên xwe germ kiriba.′′

Dayika Emîne banga rakirina ambargoyê û belavkirina mazotê li şêniyan kir û got: "Ji ber siyasetên çewsîner ên hikumeta Şamê  her zivistan em aloziya mazotê dibînin, divê dawî li vê rewşê were."

(bb)

ANHA