Şaredariya Hesekê projeya ji bo kolana El Muftî da destpêkirin

Şaredariya Gel a Hesekê projeya ji bo kolana El Muftî ya bazirganî da destpêkirin. Dê şaredarî kevirên interlock deyne, daran lê diçîne û pergala ronîkirinê çêke.

Şaredariya Hesekê projeya ji bo kolana El Muftî da destpêkirin
Şaredariya Hesekê projeya ji bo kolana El Muftî da destpêkirin
Şaredariya Hesekê projeya ji bo kolana El Muftî da destpêkirin
Şaredariya Hesekê projeya ji bo kolana El Muftî da destpêkirin
Şaredariya Hesekê projeya ji bo kolana El Muftî da destpêkirin
Şaredariya Hesekê projeya ji bo kolana El Muftî da destpêkirin
Şaredariya Hesekê projeya ji bo kolana El Muftî da destpêkirin
29 tîrmeh, 2025   07:15
HESEKÊ
BILIND HECÎ

Şaredariya Gel a Hesekê yê kantona Cizîrê, di çarçoveya plana geşkirina şaristaniya bajêr û hêsankirina tevgera çûn û hatina welatiyan de,  di hefteya borî de projeya pêşxistina kolana El Muftî ya bazirganî da destpêkirin.

Kolan li taxa El Muftî ye. Ji Çerxeriya Hemame heta bi Çerxerêya Şehîd Serhed diçe. Dirêjahiya wê 504 metre û kêmberiya wê 10 metre ye. Ji ber hebûna gelek dikanên pevguherîn û veguhastina diravan, dikanên cil-bergan û pêlavan li kolanê tevgereke berfireh heye.

Li gorî kesên vê projeyê bi rê ve dibin, wê ev proje li ser 3 qonaxan be; ya yekemîn wê qîr û peyarên ber bi temamî werin rakirin, ji bo ku kevirên "Interlock" lê werin danîn. Ev kevir hem xurt in hem jî xweşikbûnê nîşan didin. Li kêlek wê jî cihekî fireh û ewle ji bo çûn û hatinê peyda dike, cihên taybet ji bo temenmezin û astengdaran jî wê hebe. Ketina erebeyên mezin li kolanê wê qedexe be, tenê wê erebeyên biçûk ên taybet derbas bibin.

Di qonaxa duyemîn de wê darên curbicur li kêlek rê werin çandin, ku bedewiyekê nîşan bide û wê cihên taybet ji bo rûniştinê jî werin diyarkirin.

Wê di qonaxa sêyemîn de jî pergala ronîkirinê were siwarkirin.

Ji bo tamîrkirinê du têketinên kolanê hatine girtin û dema tamîrkirin bi dawî bibe wê rê li pêş erebeyên biçûk were vekirin.

Çavdêrên projeyê bi rê ve dibin diyar kir ku wê xebatên projeyê li gorî bernameyek plankirî, ligel girtina tevahî tedbîrên ku bandora li ser tevgera welatiyan û dikanên bazirganiyê kêm bikin, werin kirin.

Piştî proje bi dawî bibe, dê tevgereke çalak a aboriyê çêbe û modeleke şaristaniyê dikare li taxên din ên bajêr pêk were, pêşkêş bike.

(fr)

ANHA