Şêniyên Eyn Îsayê: Em azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dixwazin

Şêniyên Eyn Îsayê baweriya xwe ya bi raman, têkoşîn û felsefeya rêber Abdullah Ocalan anî ziman û daxwaza azadiya wî ya fîzîkî û hevdîtina bi wî re kir.

Şêniyên Eyn Îsayê: Em azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dixwazin
29 tîrmeh, 2025   05:25
EYN ÎSA

Kampanyaya navneteweyî ya Foruma Ewropayê ya Azadî û Aştiyê ya bi dirûşma "Ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim" berdewam dike. Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û cîhanê daxwazên gel ên hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re zêde didin.

Şêniyên bajarê Eyn Îsayê jî ev daxwaza xwe anîn ziman.

Eyşa Hemsork der barê mijarê de got: "Keda mezin a Rêber Abdullah Ocalan bo azadiya jinan heye. Bi saya fikir û felsefeya rêber, jinan di hemû warên siyasî, leşkerî û xizmetê de, roleke pêşeng lîstin. Ji ber vê yekê, em azadiya rêber û hevdîtina wî dixwazin."

Mihemed Mislim jî der barê mijarê de axivî: "Rêber Abdullah Ocalan ji bo gelê xwe û ji bo gelên bindest ên ku di bin zilm û zordariya desthilatdarên dîktator de ne, têkoşiya, da ku wan zilm û zordariyê rizgar bike. Rêber temenê hemû ji bo vê têkoşînê da."

Mislim wiha dewam kir: "Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi saya têkoşîna rêber, hevalên wî û kesên ku fikir û felsefeya wî dişopandin, îro bi azadî dijîn. Ji ber vê yekê, em daxwaza azadiya wî ya fîzîkî û hevdîtina bi wî re dikin."

Şêniya bi navê Ezîza Hesen jî got: "Rêber ji hêla fîzîkî ve girtî ye, lê fikir û felsefeya wî azad e. Bi navê her jinekê ku bi saya fikir û felsefeya wî ji zincîrên zilm û zordariyê azad bûye, em îro azadiya wî ya fîzîkî û hevdîtina bi wî re dixwazin."

(k)

ANHA