Li Siwêdayê xwepêşandan li dijî dorpêçkirin û komkujiyan pêk hat

Gelê Siwêdayê li dijî dorpêç û komkujiyan derketin xwepêşandanê. Xwepêşandêran li gelek bajar û bajarokan dirûşmeyên parastina navneteweyî û vekirina korîdorên mirovî bilind kirin, di heman demê de bang li kiryarên lezgîn ên navxweyî û navneteweyî kirin.

Li Siwêdayê xwepêşandan li dijî dorpêçkirin û komkujiyan pêk hat
Li Siwêdayê xwepêşandan li dijî dorpêçkirin û komkujiyan pêk hat
Li Siwêdayê xwepêşandan li dijî dorpêçkirin û komkujiyan pêk hat
Li Siwêdayê xwepêşandan li dijî dorpêçkirin û komkujiyan pêk hat
28 tîrmeh, 2025   22:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gelek bajar û gundan yên li Siwêdayê xwepêşandan hatin lidarxistin, di xwepêşandanê de dorpêça li ser parêzgehê û komkujî û binpêkirinên ku ji hêla hikûmeta veguhêz a Sûriyê ve, hatin şermezar kirin.

Şêniyan li gundê El Munîzra yê Siwêdayê, xwepêşandanek li dar xistin û siyaseta birçîbûna sîstematîk û dorpêça li ser parêzgehê şermezar kirin.

 Xwepêşandêran dirûşmeyên, daxwaza parastina navneteweyî ya lezgîn ji bo rawestandina binpêkirinan bilind kirin.

Li bajarê Selxad, banga vekirina korîdorên mirovî kirin.

Li bajarokê El Qerya xwepêşandanek hate lidarxistin û dirûşmeyên şermezarkirina komkujiyan, daxwaza vekirina korîdorên alîkariyê û bidawîanîna sûcên li dijî sivîlan kirin.

Li bajarokê Arman, Şehiba û Sehwet El Xidir jî xwepêşandaneke bi heman rengî pêk hat, di xwepêşandanê de dirûşmeyên wekî "Siweyda azad e, divê Colanî derkeve û bi can û xwîna xwe  em ê Siweydayê biparêzin," bilind kirin, her wiha daxwaza xwe ya sereke ji bo parastin û alîkariya navneteweyî ya lezgîn ji nû ve piştrast kirin.

Li bajarokê Kefrê, niştecihên bajarok çalakiyeke protestoyê ya aştiyane li dar xistin û dorpêçkirin û bêparkirina ji pêdiviyan şermezar kirin. Wan daxwaza avakirina pireke hewayî ya mirovî û vekirina deriyên ewle yên bejayî ji bo gihandina alîkariyan kirin.

Rêxistvanên xwepêşandanê bang li zextên navxweyî û derveyî kirin da ku dorpêç were rakirin, parastineke mirovî ya berfireh were dabînkirin û lêpirsîneke navneteweyî li ser êşên sivîlan were destpêkirin.

(ac)

ANHA