Şaredariya Gel a Şêxmeqsûdê rêbazên nû diceribîne

Tevî dorpêçê jî ji bo sererastkirina rêyên sereke endazyarên Şaredariya Gel a Şêxmeqsûd û Eşrefiye rêbazên nû afirandin.

Şaredariya Gel a Şêxmeqsûdê rêbazên nû diceribîne
Şaredariya Gel a Şêxmeqsûdê rêbazên nû diceribîne
Şaredariya Gel a Şêxmeqsûdê rêbazên nû diceribîne
Şaredariya Gel a Şêxmeqsûdê rêbazên nû diceribîne
Şaredariya Gel a Şêxmeqsûdê rêbazên nû diceribîne
Şaredariya Gel a Şêxmeqsûdê rêbazên nû diceribîne
Şaredariya Gel a Şêxmeqsûdê rêbazên nû diceribîne
Şaredariya Gel a Şêxmeqsûdê rêbazên nû diceribîne
Şaredariya Gel a Şêxmeqsûdê rêbazên nû diceribîne
11 tîrmeh, 2024   06:17
HELEB
MIHEMED EBDO

Li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê ji ber dorpêça hikumeta Şamê zîft peyda nabe. Endazyariyên Şaredariya Gel a her du taxan, ji bo ku rêyan bi rêbazên alternatîf sererast bikin, madeyeke wekî zîftê hilberand.

Endazyar bi alîkariya karkerên şaredariyê, bermahiyên zîfta berê kom dikin, têkilî xîz, zîfta xam û hin madeyên din dikin û pê rêyan sererast dikin.

Karkerên şaredariyê jî yên tev li xebatên sererastkirinê bûne, bi fedakarî û li ber tavê karê xwe dikin.

Endazyarê şaredariyê û endamê rêveberiya Nivîsgeha Teknîk a şaredariyê Mihemed El Hisên der barê vê xebatê de ji ajansa me re got: "Heta niha me 300 metredam rê sererast kiriye. Rast e derfetên me kêm in, lê em ê ji gelê xwe re xizmetê bikin."

El Hisên destnîşan kir ku bi zehmetiyeke mezin madeyên ji bo sererastkirina rêyan, peyda dikin.

Li gorî endazyarên çavdêrên projeyê, li gorî nirxandina pêşîn ev tecrube bi ser ketiye û madeya ku nû îcad kirine, di heta 6 salan xirab nabe.

Di dawiyê de El Hisên bang li şêniyan kir ku bi wan re hevkariyê bikin, avê nereşînin ser rêyan û bêyî agahiya şaredariyê rêyan nekolin.

(şx)

ANHA