‘Sûcên li dijî rojnamevanan zêde dibin’

Rojnamevan û çalakvana ji Lubnanê Nahîle Selame diyar kir ku revandina Silêman Ehmed ji aliyê PDK`ê ve, li dijî mafên mirovan û azadiya rojnamevaniyê ye û got "Li ber çavê dewletên ku qanûn ji bo parastina azadiya rojnamevanan danîne, ev sûc tên kirin."

‘Sûcên li dijî rojnamevanan zêde dibin’
11 tîrmeh, 2024   07:35
BEYRÛT
RANIYE UBEYD

Rojnamevan û çalakvana hiqûqî ya ji Lubnanê Nahîle Selame der barê zordariya li cîhanê ya li dijî rojnamevanan ji ajansa me re axivî: 

Nahîle Selame got: "Sûc û êrişên li dijî rojnamevanan zêde bûne. Vê dawiyê di gelek raporan de hate diyarkirin ku sala 2018`an çewisandina rojnamevanan gelekî zêde bûye. Mînak; li Filistînê hezar û 549 sûc, li Sûriyeyê hezar û 268 sûc û li Lubnanê 629 sûc li dijî rojnamevanan hatine kirin ku azadiya rojnamegeriyê dixe xetereyê."

Nahîleyê wiha domand: "Herî dawî, rojnamevan Silêman Ehmed ji aliyê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ve hate revandin, dema ku serdana malbata xwe dikir. PDK`ê bi vê revandinê, mafên mirovan û azadiya rojnamegeriyê binpê kir. PDK`ê revandina Ehmed înkar kir û got tu eleqeya wan pê re nîn e. Lê berovajî helwesta PDK`ê nîşan dide ku çewisandin û bêdengkirina muxalefetê zêde bûye. Çima di şertên wisa nezelal de Silêman hate revandin? Çima piştî 7 mehan destûr dan ku parêzer pê re bicivin? Çima agahiyên rast der barê sedemên girtina Silêman de ji parêzeran re negotin?”

‘CÎHANA ROJAVAYÎ LI HEMBER SÛCÊN LI DIJÎ ROJNAMEVANAN BÊ DENG E’

Nahîle Selame îşaret pê kir ku sûcên li dijî rojnamevanan, li ber çavê dewletên ku ji bo parastina azadiya rojnamevanan qanûn danîne û dewletên Ereb û yên herêmê neçar kirin ku wan îmze bikin, ev sûc tên kirin û hesab ji kesekî nayê pirsîn.

Nahîleyê diyar kir ku divê li van qanûn û peyaman lêvegerek çêbe û dewletên Ereban û yên herêmê neçar bikin ku rêzê ji wan qanûnan re bigirin û bixin meriyetê û ev li gotinên xwe zêde kir: "Di heman demê de li gel hegemonyaya milîs û partiyên dîktator, nikarin van qanûnan pêk bînin. Mixabin li cîhana erebî û heta ya rojavayî, kesek nikare rojnamevanan biparêze."

Nahîleyê behsa gefên li dijî rojnamevanan kir û got: "Bi rêya medyaya dijîtal jî, êrişî rojnamevanan tê kirin. Heke rojnamevaneke muxalif nêrînekê ne li gorî kolanê parve bike, rû bi rûyî gefa revandin, şantajkirinê û heta kuştinê dimîne."

Nahîle Selame di dawiyê de rewşa rojnamegeriyê wek xeternak wersifand û bang li dewletan kir ku li qanûnên xwe vegerin.

(şx)

ANHA