Piştî ku UNICEF’ê li ser kampan jî av birî zehmetiyên koçberan zêdetir bûne
UNICEF’ê ava dida kampên li Şehbayê jî birî. Piştî vê yekê gelek zehmetî li herêmê derdikevin. Koçberên ji Efrînê yên li kampan û rêveberiya kampan jî diyar dikin ku bi hev re dê zehmetiyan derbas bikin û berxwedana wan ji bo vegera li Efrînê ye.
Piştî dagirkirina Efrînê, UNICEF'ê av li seranserî herêma Şehbayê û kampan belav dikir. Lê di sala 2020’an de belavkirina avê li ser gundên navçeyan pir kêm kir û sala 2021’an jî li seranserê herêmê qut kir. Di 15’ê Sibatê de jî av bi temamî li ser kampan jî hate qutkirin.
Têkildarî mijarê cîgirê Hevserokatiya Meclisa Kantona Efrîn û Şehbayê Cemal Reşîd ji ANHA'ê re axivî.
Cemal Reşîd wiha axivî: "Av ji hêla UNICEF'ê ve hatiye qutkirin û ev yek wek sûc tê dîtin. Xwarin û vexwarin pêdiviyên herî sereke ne. Lê ya bingehîn av e. Lê ji ber rewşa herêmê ku binesaziya wê di şer de hatiye rûxandin, li vir şebekeyên avê tune ye, ji ber vê jî bi rêya sahrîcan em avê dabîn dikin. Zehmetiyên ji ber avê ne tenê di hundirê kampan de hene, li tevahî Şehbayê hene.”
Reşîd got li gorî îmkanên xwe piştgiriyê didin gel lê sahrîcên di destê wan de û bîrên li herêmê kêm in û wiha dewam kir: “5 kamp li gel me hene, dema ku UNICEF'ê av li kampan belav dikir, me dikarî piştgiriya gel hêsantir bikira. Lê bi qutkirina avê zehmetiyeke mezin derket pêşiya Rêveberiya Xweser û şaredariyê.”
Her wiha Cemal Reşîd got: "Gel û rêveberî hev temam dikin. Ji ber vê jî em soz didin ku heya ku derfetên di destê me de hebin, em ê piştgiriya gelê xwe bikin. Em ê bi hev re van zehmetiyan derbas bikin.”
‘BI BERXWEDANA XWE EM Ê ZEHMETIYAN DERBAS BIKIN’
Koçberan jî diyar kir ku têkoşîn û berxwedana wan a li Şehbayê ji bo vegera li Efrînê ye.
Cîhan Menen diyar kir ku ev 6 sal e di konan de derbas dikin û wiha got: "Zehmetiyên îsal ne mîna yên salên borî ne. Havînê ji ber germahiyê zarok nexweş dibin. Bi şev ji ber germahiyê em nikarin razên û bi roj jî tenê 2 saetan kehrebe heye. Zehmetiya me ya em zêde dikişînin jî ji ber avê ye. Lê berxwedana me li hemberî van zehmetiyan ji bo vegera Efrînê ye."
Her wiha Selwe Horo jî destnîşan kir ku zehmetiyên heyî li hemberî berxwedan û têkoşîna wan nabin bend û têkoşîn û berxwedana wan ji bo vegera li Efrînê ye.
ANHA