Şaredariya Gel a Şedadê bazareke nû ya gelêrî ava dike

Şaredariya Gel a bajarê Şedadê yê kantona Cizîrê, li ser daxwaza şêniyên bajêr dest bi pêkanîna projeya avakirina bazareke nû ya gelêrî kir.

Şaredariya Gel a Şedadê bazareke nû ya gelêrî ava dike
4 nîsan, 2025   05:15
HESEKÊ
XIDIR FEYAD

Bi armanca komkirina bazarên li kolanan û peydakirina jîngeheke bazirganî ya guncaw, Şaredariya Gel li bajarê Şedadê dest bi pirojeya avakirina bazareke nû ya gelêrî kir. Ji ber ku bazarên li kolanan ji bo trafîkê û tevgera şêniyan dibûn asteng.

ARMANCÊN PROJEYÊ

Armanca projeyê rakirina bestekên firotinê yên li kolanan û kombûnên bêserûber li gelek deverên bajêr, wek derdora Mizgefta Mezin û xaçerêya navendî ya Şedadê. Li van deveran gelek bestekên firotinê belav dibûn ku rê li ber trafîkê û çûnûhatinê asteng dikirişn. Lewma li ser daxwaza Şêniyên bajêr ev proje hate destpêkirin.

 AGAHIYÊN DER BARÊ BAZARA NÛ DE

Li gorî Ehmed Siûd, yek ji rêveberên Şaredariya Gel li Şedadê, bazara nû dê di pêvajoye destpêkê de li ser rûbera 6 donim erd were danîn. Lêbelê, ji ber zêdebûna daxwaziya dikanên vê bazarê, 6 donimên din jî hatine zêdekirin, ku rûbera gelêrî gihîştiye 12 doniman .

 TAYBETMENDIYÊN BAZARÊ Û BINESAZIYA WÊ

Dê deriyên ketin û derketina bazarê hebin, her wiha cihên destav û destşûştinê jî wê hebin ji bo kesên ku serdana bazarê bikin, da ku bazar li gorî bazarên nefermî yên heyî rehettir û domdartir be.

Dê şaredarî her weha ji bo birêvebirina bazarê û birêkûpêkkirina karûbarên firotanê û bazirganiyê, mîkanîzmayên diyar desnîşan bike.

Hêjayî gotinê ye ku Şaredariya Gel li Şedadê xebatên xwe yên ji bo pêşxistina binesazî û xizmetguzariyên gelêrî didomîne, da ku dibe alîkar ji bo peydakirina jîngeheke baştir a jiyanê ji şêniyan re û geşkirina çalakiyên aborî li bajêr.

(k)

ANHA