‛Dirûn mîrasek e divê were parastin’

Dirûnkar Ferîde Cuma diyar kir ku dirûn ne tenê pîşeyek e, lê mîraseke divê were parastin.

‛Dirûn mîrasek e divê were parastin’
4 nîsan, 2025   07:25
TEBQA

Ferîde Mihemed Cuma çîroka xwe ya afirînerî û berxwedanê vegot û got hezkirina wê ji dirûnê re ya ku ji dayika xwe wergirtiye veguherî jêdera rizqê û hêmana debara malbata wê.

JI HEZKIRINA ZAROKATIYÊ HETA XEWNA SIBEROJÊ

Ji biçûkaniya xwe ve Firîde dayika xwe ya ku dirûn dikir dişopandin. Ji wan fêrî wê pîşeyê bû. Lê jiyanê ew ber bi rêyeke cuda ve bir û piştî zewacê neçar me dev ji dirûnê berde. Lê şopandina wê ya ji cilên nûjen re nesekinî, weke ku ji bo rojekê lê vegere xwe amade dike, ye.

Di qezayekê de hevjînê wê birîndar bû û êdî nikare tu karî bike, bi wê re Ferîde mecbûr bû ku bixebite da ku pêdiviyên malbata xwe ya ji 6 kur û keçan pêk tê, dabîn bike. Ferîde vegerî karê xwe ya dirûnê.

Ferîde di çêkirina cilên klasîk ên erebî de xwedî pisporî ye û wiha got: "Cilên klasîk di xwe de çîrokên dapîr û bapîran dihewîne, çand û nasnameyê nîşan dide. Ew ne tenê cil in, lê belê dîrokek e çîroka xwe bi tayên zêrîn û zîvî vedibêje, ye."

Ferîde diyar kir ku di aliyê dîzaynkirin û dirûnê de her herêmeke erebî xwedî taybetmendî ye, her wiha di her boneyekê de cilên cuda û rengên cuda derdikevin û tên dirûtin, mîna rengên sor û kes ji bo şahî û boneyên şadiyê ne, reş û yên tîr nîşaneyên xemîngî û boneyên fermî ne.

Ferîde da zanîn ku ew cureyên cawên (qumaş) nûjen û nexşên klasîk û birîna wan li gorî vê serdemê bi hev re dike, lê li kêlek wan parastina resentiyê xwedî girîngî ye.

Bi van nexş û afirîneriyê Ferîde di karê xwe de serkeftî ye û gelek kes tên li cem wê cilên xwe didirûn.

Li gorî Ferîde her cileke ku didirû xwedî çîrokek e. Ji lew re hêvî dike ku projeyeke xwe ya taybet veke ku ji bo jinan bibe projeya perwerdê û xurtkirina jinan di aliyê dirûnê de.

Ferîde di dawiyê de got: "Ez dixwazim vê hunerê ji nifşên bê re veguhêzim. Ji ber ku dirûn ne tenê pîşeyek e, lê belê mîraseke divê were parastin."

(fr)

ANHA