Şaredariya Gel a Dirbêsiyê kar û xebatên xwe nirxand û plansaziya 2026`an diyar kir

Şaredariya Gel a Dirbêsiyê li pêşiya nûnerên komîn, saziyên sivîl û meclisên bajêr, kar û xebatên xwe  yên 6 mehên derbasbûyî, nirxandin. Her wiha pêşniyarên der barê projeyên ku dê li gorî plansaziya bê pêk bîne de girtin.

Şaredariya Gel a Dirbêsiyê kar û xebatên xwe nirxand û plansaziya 2026`an diyar kir
Şaredariya Gel a Dirbêsiyê kar û xebatên xwe nirxand û plansaziya 2026`an diyar kir
Şaredariya Gel a Dirbêsiyê kar û xebatên xwe nirxand û plansaziya 2026`an diyar kir
Şaredariya Gel a Dirbêsiyê kar û xebatên xwe nirxand û plansaziya 2026`an diyar kir
Şaredariya Gel a Dirbêsiyê kar û xebatên xwe nirxand û plansaziya 2026`an diyar kir
Şaredariya Gel a Dirbêsiyê kar û xebatên xwe nirxand û plansaziya 2026`an diyar kir
Şaredariya Gel a Dirbêsiyê kar û xebatên xwe nirxand û plansaziya 2026`an diyar kir
11 tebax, 2025   18:45
HESEKÊ

Şaredariya Gel a bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê civîna xwe ya nîvê sale li dar xist. Şêniyên bajêr, hevserokên komînan, endamên sazî û meclisên sivîl û Hêzên Ewlekariya Hundirîn beşdarî civînê bûn. Civîn li Navenda Çand û Hunerê ya bajêr hate lidarxistin. Armanca civînê pêşkêşkirin û nirxandina xebatên ku di nîvê yekem ê salê de hatine kirin û berhevkirina pêşniyarên şêniyan ji bo destnîşankirina projeyên sala 2026’an e.

Di civînê de hevserokê Şaredariya Gel a Dirbêsiyê Egîd Misto li ser rewşa siyasî axivî û diyar kir ku ew li Sûriyê di qonaxek hesas re derbas dibin, ji ber ku welatên biyanî hewl didin wê veguherînin qadeke pevçûnê. Hikûmeta veguhêz jî rewşê bi kar tîne da ku li dijî civakên Sûriyeyê komkujiyan bike, wekî ku li peravê û Siwêdayê kiriye. Lewma Misto ji bo parastina destkeftiyên şoreşa 19`ê Tîrmehê banga hevgirtinê û yekitiyê li her kesî kir.

Piştire rapora nîvê salê ya şaredariyê hate xwendin û nirxandin.

Di civînê de li pêşniyarên şêniyan der barê projeyên bê de hate guhdarkirin. Hin pêşniyarên wan wiha bûn: ziftkirina rêyan di nava tax û gundan de, sererastkirina torên avê yên gundan ku zirar lê hatine, ji bo peydakirina derfetên kar ji şêniyan re destpêkirina projeyên veberîneriyê, restorakirina parka taxa Mesakin û temamkirina projeya parka mezin a li bajêr.

Di dawiya civînê de teqezî bi girîngiya beşdarkirina her kesî di sazkirina plansaziya şaredariyê de, pêşniyarên şêniyan lêvegereke bingehîn a danîna plansaziyê, hate kirin.

(ac/şx)

ANHA