Desteya Çandê ya Tebqayê yekem pêşbirga arîtmetîk li dar xist

Desteya Çand û Hunerê ya Rêveberiya Xweser a Demokratîk ya kantona Tebqayê bi hevkariya Weqfa Super Activity, yekem pêşbirga arîtmetîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi beşdariya 60 zarokan li dar xist.

11 tebax, 2025   18:04
TEBQA

Di çarçoveya pêşxistina jêhatiyên zarokan û xurtkirina baweriya wan bi xwe de, Desteya Çand û Hunerê ya Rêveberiya Xweser a Demokratîk ya kantona Tebqayê bi hevkariya Weqfa Super Activity yekem pêşbirga arîtmetîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dar xist.

Di pêşbirkê de 60 zarok beşdar bûn. Her wiha bi sedan şêniyên kantonên Reqa û Tebqayê, her wiha nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, Meclisa Kombûna Jinên a Zenûbiya li kantona Tebqayê û Desteya Çand û Hunerê ya kantonê beşdar bûn.

Hevserokê Desteya Çandê ya Tebqayê Elî El Eleya di pêşbirgê de axivî û got: “Ev rojeke taybet e ku em bi 60 zarokan ji Reqa û Tebqayê şad dibin. Ji bo me, ev pêşbirg dê bibe bingehek ji bo pêşxistina hiş, xurtkirina behreyên zarokan û xurtkirina baweriya wan bi xwe da ku di dawiyê de bigihêje civakeke zanatir,hişyartir û afrînetir.”

Hevserokê Desteya Çandê ya Tebqayê Elî El Eleya di dawiyê de piştrast kir ku zarokên wan milkê wan yê herî hêja ne, û behreyên wan dewlemendiya rastîn a pêşeroja wan ne. Ji ber vê yekê wî bang li hemû dê û bavan kir ku bibin piştgirên sereke yên xewnên zarokên xwe û deriyên fêrbûn û vedîtinê ji bo wan vekin.

Rêvebera Weqfa Super Activity ya Sûriyeyê Semîra El Zîn wiha axivî: “Em îro hişên afrîner, behreyên geş di vî warî de pîroz dikin. Hûn piştgirê herî mezin ê her însiyatîfekê bûn ku Ramanan pêş dixin. Em bi van zarokan serbiind in ku îsbat kirin cîhawazî ne bi temenê ye. Aqilên biçûk dikarin destkeftiyên mezin bi dest bixin.”

Semîra, Desteya Çand û Hunerê ya kantona Tebqayê silav kir ku sponseriya pêşbirgê kir û hêvî kir ku ev kêlî bibin destpêka rêya çandina, hezkirina xwendinê û afrîneriyê.

Dûre komeke zarokan şanoyek pêşanda, piştre pêşbirg dest pê kir.  

Di dawiya pêşbirgê de ku zarok di robîk, sodoko, vîda, sorbon de hatin pêşberî hev û lîstin. Piştî wê hevseorka Meclisa Rêveber a Desteya Çand û Hunerê ya Tebqayê kadroya saziya Super Activity û zarokên beşdar xelat kirin.

(ac/şx)

ANHA