El Milhim: Divê gelê Sûriyeyê hevgirtina nîştimanî biparêze

Hemad El Esed El Milhim hişyarî da ku hin derdor hewl didin di nava pêkhateyên Sûriyeyê de tevliheviyê derxin û kîndariyê zêde bikin. El Milhim diyar kir ku hêzên derve li piştî derxistina kîndariyê ne û got “Divê gelê me bi aqilane tev bigere û hevgirtina nîştimanî biparêze.”

El Milhim: Divê gelê Sûriyeyê hevgirtina nîştimanî biparêze
12 tebax, 2025   04:10
HESEKE
DIYAR EHMED – BILIND HECÎ

Di çarçoveya geşedanên li Sûriyeyê de, hewldanên derxistina tevliheviyê û zêdekirina kîndariyê di nava gelê Sûriyeyê de zêde dibe. Di heman demê de hin derdorên li dijî van hewldanan banga hevgirtina civakî dikin.

Li ser vê mijarê Şêx Hemad El Esed El Milhim ku yek ji şêxên eşîra Cibûr a Ereb e, ji ajansa me re axivî û diyar kir ku hewldanên derxistina kîndarî û tevliheviya di nava pêkhateyan de red dikin.

Şêx Hemad El Esed El Milhim di destpêka axaftina xwe de bang li eşîrên Ereban û li tevahî pêkhateyên Sûriyeyê kir ku li hember hewldanên parçekirina civaka Sûriyeyê hevgirtina xwe bi pêş bixin. Her wiha ji bo parastina Sûriyeyê ji şerê navxweyî bi hev re li ser yek maseyê bicivin û nakokiyên heyî bidin aliyekî.

‘DESTWERDAN METIRSIYA LI SER SIBEROJA ME YE’

El Milhim wiha axivî: “Destwerdana derve pêşeroja welatê me dixe bin metirsiyê. Pêwiste eşîreyên kurd û ereban bi aqlane tevbigirin. Wiha em ê bighêjin aramî û ewlekariyê. Divê em guh li dengên ji derveyî sînoran têne bihîstin nekin. Ji ber bandora wan neynî ye. Aqil anternatîfa tivingê ye. Çek ji êş û mirinê pêve tiştekî nayne. Werin em hemû dûrî şerê navxweyî bikevin.  Hevgirtin berjewendiya me hemûyan e.”

El Milhim, di dirêjiya axaftina xwe de bang li hemû pêkhateyên Sûriyeyê kir û ji wan xwest bi dan û standinê hemû aloziyan çareser bikin û wiha pê de çû: “Tu cûdahî di navbera xelkên Siwêda, Deraa û Cizîrê de nîne. Cûdahî di navbera şêniyên Peravê, Dêrazor û deverên din ên Sûriyeyê jî nîne. Ji berjewendiya me hemûyane em bibin yek. Wiha em ê bigihêjin aramî û ewlekariyê.”

‘BERXWEDANA DÎROKÎ YA SÛRIYEYÊ YEK E’

Şêx Hemad El Esed El Milhim, dîroka berxwedana gelê Sûriyeyê bi bîr xist û wiha got: “Heke em behsa dîroka berxwedana gelê Sûriyeyê bikin, em ê behsa Durzî, Kurd, Elewî û Ereban bikin. Hemû bi hev re li dijî dagirkeriyê tê koşîn. Tu kesî behsa mezheb û neteweya xwe nedikir. Dîroka têkiliya gelê Sûriyeyê vediger sedan salan. Heger em behsa kurd û ereban bikin, hemû di bin nasnameya Sûriyeyê de kom bûne. Li Hesekê bi taybet ev tê jiyankirin, kurd û ereb êdî bûne mirovên hev. Di heman demê de bi xiristiyanan re bi biratî bijîn.”

El Milhim bal kişand ser hewldanên derxistina tevliheviya di nava pêkhateyên Sûriyeyê de û got: “Hin dixwazin hevgirtina me ya civakî têk bibin. Kîndariyê di nava gelê Sûriyeyê de belav bikin. Em dixwazin gelê me li dijî van hewldanan bi aqlane, tevbigerin. Hevgirtina me xeta me ya sor e. Em ê rê nedin tu aliyên derve hevgirtin û jiyana me ya hevbeş têk bibin. Aliyên dixwazin tevliheviyê derbixin, ji bo berjewendiyên xwe wiha dikin. Ji şer û aloziyê sûd werdigirin. Ji lewma divê bi aqilane tevbigerin û herêmê ji etûna şer rizgar bikin.”

‘RÊYA ÇARESERIYÊ YE’

Şêx Hemad El Esed El Milhim hevgirtina li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi bîr xist û wiha bi dawî kir: “Heke tevahî gelê Sûriyeyê wekî me xelkên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê civiyan, wê çareserî pêk were. Ev tenê rêya çareseriya aloziya heyî ye. Divê em hemû gelê Sûriyeyê di yek welatî de kom bibin. Banga min ji tevahî gelê Sûriyeyê re ew e. Duaya me ji Xweda ew e hemû gelê Sûriyeyê wiha tev bigere. Em her tim Sultan Paşa El Etreş ê li dijî Fransayê tê koşiya, em her dem kesayetên nîştimanî bi bîr tînin. Banga min ji hikumeta veguhêz a Sûriyeyê re jî ew e bila bi şêx û rûspiyên resen ên gelê Sûriyeyê re rûnên. Bila hin kesayetên bêbandor wek şêx nîşan nedin.”

(dc)

ANHA