Şaredariya Dirbêsiyê dest bi nûkirina kanalîzasyonê kir

Şaredariya Gel a Dirbêsiyê li taxa Şerqî (rojhilat) dest bi projeya nûkirina kanalîzasyonê kir.

Şaredariya Dirbêsiyê dest bi nûkirina kanalîzasyonê kir
Şaredariya Dirbêsiyê dest bi nûkirina kanalîzasyonê kir
Şaredariya Dirbêsiyê dest bi nûkirina kanalîzasyonê kir
Şaredariya Dirbêsiyê dest bi nûkirina kanalîzasyonê kir
Şaredariya Dirbêsiyê dest bi nûkirina kanalîzasyonê kir
Şaredariya Dirbêsiyê dest bi nûkirina kanalîzasyonê kir
27 hezîran, 2026   17:02
HESEKÊ

Di çarçoveya hewldanên berdewam ên pêşxistin û başkirina binesaziyan de Beşa Kanalîzasyonan a Şaredariya Gel a Bajarê Dirbêsiyê li taxa Şerqî dest bi nûkirina kanalîzasyonê kir. Ji ber ku xeta kevin her tim xerab dibû û ji ber herikîna avê hejmarek cih dadiket. 

Şaredariyê diyar kir ku wê kanalîzasyona kevin bi temamî bigire û xetek nû bi dirêjahiya 40 metreyî dirêj bike.

Şaredariyê da zanîn ku ev proje di çarçoveya başkirina binesaziya kanalîzasyonan, parastina malan û tesîsên derdorê ji zirarên ji ber herikîna avê de pêk tê û ji bo ku asta xizmetguzariyên ji şêniyan re pêşkêşkirî baş bibe.

(fr)

ANHA