Pêla germahiyê helîna qeşayên li Swîsreyê leztir kiriye

Helîna qeşayên li Swîsreyê ji ber pêla germahiyê ya ku li seranserê Ewropayê belav dibe leztir bûye.

Pêla germahiyê helîna qeşayên li Swîsreyê leztir kiriye
27 hezîran, 2026   17:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Tora Çavdêriya Qeşayan a Swîsreyê hişyarî da ku pêla germahiyê ya heyî bûye sedema lezkirinek bêhempa di helîna qeşayê de û pêşbînî kir ku mîqdara berfê tevahî û qeşaya ku di zivistana borî de kom bûne dê heta roja duşemê winda bibin.

Serokê torê Matthias Huss got ji ber germahiyên bilind û berfa qels di zivistana par de, rêjeyên helîna qeşayê li çiyayên Alpê bi qasî 3 mehan ji rêjeyên normal derbas bûne.

Huss destnîşan kir ku qeşayên Swîsreyê di navbera salên 2000 û 2024ˊan de nêzîkî ji sedî 38ˊê qebareya xwe winda kirine, di 50 salên dawî de nêzîkî 1200 qeşayên kevin winda bûne û tenê nêzîkî 1300 mane.

Huss hişyarî da ku eger rêjeya germbûna heyî berdewam bike, dibe ku heta dawiya sedsalê tenê bermahiyên piçûk ên qeşayên kevin li Swîsreyê bimînin.

(fr)