Hûsiyan Koşka Serokatiyê ya Edenê kir hedef: Kuştî û birîndar hene

Hûsiyan bi mûşekekê êriş bire ser Koşka Serokatiyê ya El Meaşîq a Edenê. Hate ragihandin ku di encama êrişê de 4 kes hatin kuştin û 10 birîndar bûn.

Hûsiyan Koşka Serokatiyê ya Edenê kir hedef: Kuştî û birîndar hene
15 cotmeh, 2026   20:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî AFP‘ê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên di nava hikumetê de, Hûsiyan bi mûşekekê êrişî Koşka Serokatiyê ya El Meaşîq a bajarê Edenê yê başûrê Yemenê kir, di encamê de 4 kes hatin kuştin û 10 birîndar bûn.

Şêniyan diyar kir ku dengê teqînên xurt li bajêr hat bihîstin û dûman ji derdora koşkê rabû.

Du rayedarên yemenî ji Ajansa Reutersê gotin, rewşa serokwezîr Şaiq El Zendanî û wezîrên din ên di koşkê de bûn baş e, lê gardiyanê ewlehiyê hat kuştin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên hikumeta Yemenê bi nivîsekê ku li ser X‘ê weşandiye ragihand ku Hûsiyan bajarê Maribê yê navenda Yemenê bi mûşekên balîstîk kir hedef.

Meclisa Wezîran a Yemenê jî bi daxuyaniyekê ragihand ku hejmarek gardiyan û xebatkarên koşkê hatine kuştin û birîndarkirin.

(bb)