Şaneyeke çeteyên DAIŞ’ê hate girtin

Şaneyeke çeteyên DAIŞ’ê ku piştgiriya lojîstîk û madî ji serçeteyekî li bajarê Serêkaniyê yê dagirkirî werdigire, hat girtin. Endamên şaneyê ku ji 2 çeteyan pêk tên, li xwe mikur hatin ku wan li dijî hêzên leşkerî û ewlehî yên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êriş pêk anîne.

Şaneyeke çeteyên DAIŞ’ê hate girtin
20 mijdar, 2025   15:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Dezgeha Ewlekariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilata Sûriyeyê şaneyeke çeteyên DAIŞ’ê ku destê wê di pêkanîna êrişên li dijî hêzên ewlehî û leşkerî yên herêmê de heye, bê bandor kir.

Şaneya hatiye bêbandorkirin ji Beşar Hemed Xelîfe yê ji Hesekê, Hatim Îd El Casim ê ji gundê Til Irfan ê Hesekê pêk tê û ji hêla Dezgeha Ewlekariya Giştî ve hatin girtin. Di lêpirsînê de her du çete li xwe mikur hatin ku wan êrişî erebe û şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Hêzên Ewlekariya Hundirîn kiriye.

Di lixwemikurhatinên çeteyan de hat diyarkirin ku ew şane ji hêla kesê bi navê Qezafî ve bi nasnavê "Ebû Muemer" ku li Şamê rûdine hate avakirin. Qezafî ev şane bi kesê bi navê "Ebû Esed El Xelîzî "ve ku li bajarê Serêkaniyê yê ji hêla dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin ve girê daye. Ew yek ji serçeteyên şaneyên DAIŞˊê li herêmê ye. Di vê dawiyê de çek, mayîn, pere û koordînatên cihên hedefgirtî didan şaneyê.

(fr)