Hêzên hikumeta veguhêz li rêbenda Meidanê ciwan destgîr kirin

Hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê li ser rêbenda kontrolê ya rêya Reqa-Meidan a li başûrê Reqayê bi dehan ciwan destgîr kirin û ber bi cihekî nediyar ve birin.

Hêzên hikumeta veguhêz li rêbenda Meidanê ciwan destgîr kirin
20 mijdar, 2025   15:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn ku hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê li rêbenda kontrolê ya Reqa-Meidanê bi dehan ciwanên ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ber bi Dêrazor û hundirê Sûriyeyê ve diçûn, destgîr kirin.

SOHR'ê diyar kir ku ciwan ji basan hatin daxistin û ber bi cihekî nediyar ve hatin birin, bêyî ku tu sedem werin aşkerakirin. Her wiha hate zanîn ku rêya Reqa - Meidanê jî heta demeke nediyar hatiye girtin.

(mh)