Li başûrê Lubnanê 9 kes hatin kuştin

Hate zanîn ku di êrişên Îsraîlê yên li ser başûrê Lubnanê de 9 kes hatine kuştin û 15 kes birîndar bûn. Hizbullahê jî baregehên Îsraîlê kirin hedef.

Li başûrê Lubnanê 9 kes hatin kuştin
7 nîsan, 2026   12:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsrîalê ji saetên serê sibehê ve bajarokên Dêr Zehranî, Keferdonîn, Qelîla, Hedsata, Eyn Qana, Erebsalim, Tolîn, Îtrûn, derdora Meys El Cebel ên başûrê Lubnanê bi obîs û balafiran topbaran û bombebaran kirin. Hate ragihandin ku di êrişan de heya niha 9 kes hatine kuştin û 15 kes birîndar bûne.

Hizbullahê jî yekîneyeke artêşa Îsraîlê li rojhilat baregeha Xaym û wargeha Kiryat Şemûnayê kirin hedef.

(bb)