Şandeya Rêvegeriya Xweser bi serokê parlamentoya Katalonyayê re civiya

Seroka parlamentoya Katalonyayê Anna Ira Solla pesna tecrubeya Rêveberiya Xweser da û got “Ev tecrube nimûne ye, ji ber ku mafên rewa yên pêkhateyên herêmê parastin.”

Şandeya Rêvegeriya Xweser bi serokê parlamentoya Katalonyayê re civiya
5 kanûn, 2023   12:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Nivîsgeha Ragihandinê ya Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser, duh şandeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi seroka parlamentoya Katalonyayê û gelek rayedarên parlamentoyê re li navenda parlamentoyê ya li bajarê Barcelona civiya. 

Şandeya Rêveberiya Xwesr ji hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve Bedran Çiya Kurd, nûnerên Rêveberiya Xweser ê Ewropa Ebdulkerîm Omer, hevseroka Partiya Yekitiya Suryanî ya Sûriyeyê Nezîre Gewriye pêk hat. Seroka parlamentoya Katalonyayê Anna Ira Solla‏ ‏û cîgira wê Alba Fergus û sekreterê sêyemîn a parlamentoyê Carlos Riera şande pêşwaz kir.

Di civînê de hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve Bedran Çiya Kurd axivî û behsa xurtbûna têkiliyên hevbeş a di navbera Rêveberiya Xweser û Katalonyayê de kir û got: "Hebûna me ya îro li parlamentoya Katalonyayê nîşaneya têkiliyên me yên xurt e ku bi awayekî fermî Rêveberiya Xweser ji hêla wê ve hate naskirin. Em ji we re diyar dikin ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sekna we li kêleka me silav dike. Em biryara naskirina Rêveberiya Xweser wek biryara piştgiriya siyasî ji mafên gelê me re wesif dikin."

′GELÊ KATALONYAYÊ MÎNA GELÊ BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ YE′

Çiya Kurd anî ziman ku gelek tiştên hevbeş di navbera her du gelan de ji aliyê êş û têgehên têkoşînê hene û wiha domand: "Gelê Katalonyayê mîna gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Di oxira pêkanîna nirxên azadî, demokrasî û jiyana hevbeş de tê dikoşe. Pêdivî bi pêkanîna hevbendiyeke hevbeş di navbera tevahî gel û hêzên demokrat de ku banga mafên xwe yên rewa dikin, heye."

Der barê gefên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de Çiya Kurd wiha pê de çû: "Dewleta Tirk bi rêya êrişên xwe ku tevahî qanûn û mîsaqên navneteweyî bin pê dike, komkujiyan li dijî xelkê herêmên me pêk tîne. Ji bilî wê jî sûcên hovane û qirkirinan li herêmên dagirkirî pêk tîne. Ev kiryarên dermirovî gefan li hebûna pêkhateyên herêmê dixwin û di heman demê de têkoşîna me ya hevbe a li dijî terorê asteng dike. Girîng e em bi hev re ji bo parastina îstîqrar û jiyana hevbeş a li gel pêkanîna projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bixebitin."

Li aliyekî din jî Nezîre Gewriye got pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di ragihandina Rêveberiya Xweser de weke gava destpêkirina qonaxeke ya têkoşînê beşdar bûn, da ku mafên xwe yên rewa bi dest bixin û salên ji siyasetên mehrûm û bindestiyê bi dawî bikin.

Nezîre bal kişand ser pirrengiya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha pê de çû: "Ev yek ewlehiya civakê û çanda hevbeş a hemû pêkhateyan de geş dike."

′NASKIRINA WÊ PIŞTGIRIYA ME YA BÊDAWÎ YE′

Dûre seroka parlamentoya Katalonyayê Anna Ira Solla‏ ‏bixêrhatina şandeya Rêveberiya Xweser kir û wiha got: "Hebûna we ya îro li vir nîşaneya xurtbûna têkiliyên di navbera me de ye. Naskirina me ji Rêveberiya Xweser re piştgiriya me ya bêdawî ji tecrubeya we re ye. Li aliyekî din jî nîşaneya têkoşîna me ya hevbeş a ji bo pêkanîna rêgezên azadî, demokrasî û mafên mirovan e."

Anna Ira Solla wiha domand: "Serkeftina projeya Rêveberiya Xweser ne tenê dikeve xizmetî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, lê belê dikeve xizmetî tevahî herêmê. Ji ber ji parastina mafên rewa yên pêkhateyên herêmê re ku ji hêla rejîmên desthilat re hedefkirî ye, misogerî ye."

Seroka parlamentoya Katalonyayê Anna Ira Solla di dawiyêde got: "Em diyar dikin ku her tim li kêlek we ne û piştgiriyê didin tecrubeya we ya demokratîk. Her wih careke din ji pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştrast dikin ku dostên we li Katalonyayê heye û dê di her astengî û rewşan de li kêlek we bisekinin."

Di dawiyê de Bedran Çiya Kurd mertaleke sembolîk da seroka parlamentoya Katalonyayê Anna Ira Solla. Ev mertal jî nîşaneya têkiliyên xurt di navbera Katalonya û Rêveberiya Xweser de ye.

(fr)