Balafirek bê mirov li ser Mexmûrê difire 

Balafirek bêmirov bi nizmî li ser asîmanê Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) digere.

Balafirek bê mirov li ser Mexmûrê difire 
5 kanûn, 2023   12:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyan Rojnewsê  balafirek bê mirov bi nizmî li ser asîmanê Wargeha Penabaran ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) digere.

Nayê zanîn balafir a dewleta Tirk a dagirkere yan jî ya koalîsyona navnetewî ye.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku di çend salên dawiyê de gelek caran dewleta Tirk a dagirker bi balafirên bê mirov û balafirên şer wargeha Mexmûrê bombebaran kiriye, di encama êrişan de gelek şêniyên Wargeha Mexmûrê şehîd û birîndar bûne.