Malbatên şehîdan: Ji bo aşkerakirina rewşa Rêber Apo dakevin qadan

Meclisên malbatên şehîdan ên Qamişlo bang li gelê Kurd û kurdistanî kir ku dakevin qadan û zextê li rêxistinên hiqûqî û yên têkildarî mafên mirovan bikin ku rewşa Rêber Abdullah Ocalan piştî erdheja li Bursayê ya Tirkiyeyê çêbûye, aşkera bikin.

Malbatên şehîdan: Ji bo aşkerakirina rewşa Rêber Apo dakevin qadan
Malbatên şehîdan: Ji bo aşkerakirina rewşa Rêber Apo dakevin qadan
Malbatên şehîdan: Ji bo aşkerakirina rewşa Rêber Apo dakevin qadan
Malbatên şehîdan: Ji bo aşkerakirina rewşa Rêber Apo dakevin qadan
Malbatên şehîdan: Ji bo aşkerakirina rewşa Rêber Apo dakevin qadan
Malbatên şehîdan: Ji bo aşkerakirina rewşa Rêber Apo dakevin qadan
Malbatên şehîdan: Ji bo aşkerakirina rewşa Rêber Apo dakevin qadan
Malbatên şehîdan: Ji bo aşkerakirina rewşa Rêber Apo dakevin qadan
Malbatên şehîdan: Ji bo aşkerakirina rewşa Rêber Apo dakevin qadan
5 kanûn, 2023   13:32
QAMIŞLO

Meclisên malbatên şehîdan ên kantona Qamişloyê der barê aşkerakirina rewşa Rêber Abdullah Ocalan a piştî erdheja li bajarê Bursayê yê Tirkiyeyê çêbûye, daxuyaniyek da. Rêber Abdullah Ocalan li girava Îmraliyê ya girêdayî navçeya Gemlîkê ya bajarê Bursa yê Tirkiyeyê ragirtî ye. 

Li navçeya Amûdê li pêş avahiya meclisê endama meclisê Sewsen Hisên, li navçeya Tirbespiyê li pêş avahiya meclisê endama rêvebera meclisê Xerme Elî daxuyanî xwend.

Li Qamişloyê jî li pêş avahiya meclisê bi zimanê Kurd Şêrîn Mihemed û bi zimanê Erebî Şêrzad Remo daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyan de hate gotin Komploya Navneteweyî ya di şexsê Rêber Abdullah Ocalan de li dijî vîna gelê Kurd ji 26 salan ve dewam dike û civeta navnetewyî da ku berjewendiyên xwe bi dewleta Tirk re biparêzin li hember vê yekê bê deng e.

Di daxuyaniyan de hate destnîşankirin ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan tecrîdeke giran û cezayên dîsplînê hatine ferzkirin, ev yek li cem gel metirsiyê li ser tenduristiya wî çêdike, bi taybet piştî erdhejên li nêzî Îmraliyê çêbûn. Ev hemû bûyer li ser kesên di komîteyên hiqûqî de dixebitin ferz dikin ku zextê li dewleta Tirk bikin da ku rewşa Rêber Abdullah Ocalan aşkera bike.

Meclisên malbatên şehîdan di daxuyaniyên xwe de got armanc ji siyasetên li Îmraliyê pêk tên çanda berxwedan û azadiyê were têkbirin, lê bila dewleta Tirk baş bizane ku bi siyasetên xwe yên qirêj nikare vîna Rêber Abdullah Ocalan têk bibe.

Di dawiya daxuyaniyan de bang li gelê Kurd û Kurdistanê yên li welat û derve hate kirin ku dakevin qadan, da ku zextê li rêxistinên mafên mirovan bikin, tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan were bidawîkirin û azadiya wî ya fîzîkî misoger be.

Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Şehbayê jî daxuyaniyek da û got divê di zûtirîn dem de hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re pêk bê.

(fr)

ANHA