Şandeya Rêveberiya Xweser hevdîtinên xwe li Almanyayê didomîne

Nûnerên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hevdîtinên xwe yên li gel parlamenter û partiyên siyasî yên alman re didomînin.

Şandeya Rêveberiya Xweser hevdîtinên xwe li Almanyayê didomîne
Şandeya Rêveberiya Xweser hevdîtinên xwe li Almanyayê didomîne
18 hezîran 2024   10:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed, hevserokê MSD’ê Mehmûd El Mislit, nûnerê Rêveberiya Xweser ê Ewropayê Ebdulkerîm Omer, nûnerê Rêveberiya Xweser ê Almanyayê Xalid Derwîş û berpirsê Partiya Yekitiya Suryan a Sûriyeyê yê Ewropayê Jozef Lehdo, 2 hevdîtin li avahiya parlamentoya Almanyayê ya li paytext Berlînê kirin.

Şandeya Rêveberiya Xweser bi endamên parlamentoya Almanyayê yên Partiya Sosyal Demokrat a Almanyayê (SPD) Niels Schmid û Frank Schape, endamê Partiya Çepgir a Alman a muxalefetê Gokay Akbulut re civiya.

Nûnerên Rêveberiya Xweser di her du hevdîtinan de, rewşa Sûriyeyê, geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bandorên şerê Rûsya û Ukraynayê û bandora şerê Îsraîlê û Hemasê ya li ser Sûriyeyê nirxandin.

Astengiyên siyasî, aborî û ewlehiyê yên li pêşiya Rêveberiya Xweser û zêdebûna tevgera çeteyên DAIŞ’ê li herêmê jî hatin nirxandin. Hate diyarkirin ku çeteyên DAIŞ’ê sûdê ji êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê digirin û êrişan pêk tîne. Her wiha hate destnîşankirin ku dibe ku ev êriş bibin sedema vegera DAIŞ’ê.

Di hevdîtinan de dosyaya çeteyên DAIŞ’ê yên di girtîgehan û kampên Roj û Holê de hate şîrovekirin û bang hate kirin ku berpisyariyên xwe li hemberî dosyaya DAIŞ’ê pêk bînin.

Di hevdîtinan de îşaret bi êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser binesaziya herêmê hat kirin û hate gotin ev êriş aloziyeke mirovî ya mezin çêdikin û jiyana bi milyonan kesî dixe xetereyê û wan neçarî koçberiyê dike.

Şandeya Rêveberiya Xweser 16’ê Hezîranê jî li Almanyayê bi parlamenterên Partiya Mesîhiyan a Demokrat (CDU) Jürgen Hardt û parlamenterê Partiya Keskan Qasim Tahir Salid   re civiyabû.

(bb)

ANHA