Rojnameyên erebî: Rûsya berê ciwanên sûriyeyî dide şerê li Ukraynayê
Rojnameyên erebî di weşanên xwe yên îro de ragihand ku Rûsya berê ciwanên sûriyeyî dide şerê li Ukraynayê û bal kişand ser metirsiyên ku desthilata Filistînê hilweşe.
Rojnameya El Ereb di nûçeya bi sernavê ‘Ciwanên sûriyeyî ji bo şerê li Ukraynayê dikevin xefika Rûsyayê’ de, îşaret pê kir ku Rûsya ji bo ku ciwanên sûriyeyî beşdarî şerê li Ukraynayê bike, hemleyeke daye destpêkirin. Li gorî nûçeyê, Moskov bi rêya hin navbeynkaran navên bi sedan ciwanên sûriyeyî qeyd kirine û dê nava çend rojên bê de berê wan bide şerê li Ukraynayê.
Li gorî rojnameyê, Rûsya sûdê ji mijûlbûna hevrikên xwe yên rojavayî bi şerê Hemas û Îsraîlê û paşketina piştevaniya DYA’yê bi Ukranyayê re digire û hate gotin: "Moskov hewl dide barê li ser leşkerên xwe sivik bike û berê xwe daye çeteyên biyanî ku wan li Sûriyeyê peyda dike, ji ber ku Sûriye bûye qada leşkerkirina ciwanan.”
Her wiha rojnameyê bi bîr xist ku dewleta Tirk jî bi heman rêbazê berê bi hezaran ciwanên sûriyeyî daye eniyên şer ên li Lîbya û Ukraynayê.
‘ÎSRAÎL LI DIJÎ DESTHILATA FILISTÎNÊ AMADEKARIYA HEWLDANÊN NÛ DIKE’
Rojnameya Şerq El Ewsat cih da şerê Îsraîl û Hemasê. Di nûçeya rojnameyê de hate diyarkirin ku hikumeta Îsraîlê dê hefteya bê pêkanîna cezayên nû li dijî desthilata Filistînê bixe dengdayînê. Hate gotin, ev mijar di heman demê de desthilata navborî dixe xetereyê, nemaze ku asta hişyariyên cîhanê û herêmî yên li ser îhtîmala ku ev desthilat hilweşe, zêde bûne.
Di nûçeyê de hat bibîrxistin ku ji ber hewldanên desthilata Filistînê yên di qada navneteweyî de, her wiha ji ber naskirina dewleta Filistînê ji aliyê hin dewletan ve, Meclisa Siyasî û Ewlekarî ya Biçûk a Îsraîlê roja şemiyê pêkanîna cezayan li ser desthilata Filistînê lêkolîn kir. Hate diyarkirin ku ev rewş jî metirsiyên ku desthilatdariya Filistînê hilweşe, zêde dikin.”