Şandeya jinan li Parîsê maf û destkeftiyên jinan nîqaşkirin

Şandeya jinan a ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Parîsê li ser maf û destkeftiyên jinan û rewşa Sûriyeyê ya giştî û bi taybetî jî rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat nîqaşkirin.

Şandeya jinan li Parîsê maf û destkeftiyên jinan nîqaşkirin
17 îlon, 2025   11:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeya jinên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gera xwe ya Ewropayê ya ji bo mehekê, didomîne. Şandeyê li paytext Parîsa Fransayê sê civînên fermî li dar xist. Di van civînan de hevdîtin bi Şaredara Parîsê, Cîgira Şaredar û çend endamên jin û her wiha bi Weqfa Daniella Mitterrand û Mala Elewiyan a li Parîsê re çêbûn.

Di civînan de rewşa Sûriyeyê ya giştî û bi taybetî jî rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat nîqaşkirin. Şandeyê bal kişand ser pirsgirêkên siyasî û mirovî yên ku herêm pê re rû bi rû ye.

Rewşa jinan a li Sûriyeyê, şoreşa jinan û şert û mercên jiyana berawirdî ya jinan a di bin Partiya Baasê û hikûmeta veguhêz de jî hatin nîqaşkirin.

Girîngiya xurtkirina ragihandina di navbera jinan de, kûrkirina têkiliyan û parastina destkeftiyan û her wiha berdewamiya têkoşîna ji bo mafên berfirehtir, hat destnîşankirin. Di dawiya civînan de, çalakvanan wêneyên jina ciwan a Kurd Jîna Emînî hilgirtin da ku salvegera sêyemîn a serhildana "Jin Jiyan Azadî" bi bîr bînin.