Şandeya ji Bakur hat dê hevdîtinan pêk bîne

Şandeya siyasî ya ji Bakurê Kurdistanê ku duh ji bo piştgiriyê hat Rojava, dê hevdîtinan bi partiyên siyasî, tevgerên jinan û yên hiqûqî re pêk bîne.

Şandeya ji Bakur hat dê hevdîtinan pêk bîne
22 ÇILE, 2026   09:59
QAMIŞLO

Bi armanca piştgiriya Rojava li hemberî êrişên çeteyên hikumeta demkî ya Sûriyeyê û yên dewleta Tirk a dagirker, duh şandeyek ji Bakurê Kurdistanê hat Rojava.

Şandeya ji hevseroka giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari, Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Wekîla DEM Partiyê ya Wanê û Berdevka Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz Sayyîgît, Wekîlê Mêrsînê Alî Bozan û nûnerên baro û rêxistinên sivîl pêk tê, dê bi partî û tevgerên li Rojava re hevdîtinan pêk bîne.

Li gorî bernameyê, şande dê îro hevdîtinan bi Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), tevger û rêxistinên jinan û Şandeya Hevbeş a di encama Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî de hatiye avakirin re pêk bîne. Her wiha dê civînekê li gel Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser re li dar bixe. Piştre jî dê der barê encamên civînê de civîneke çapemeniyê were lidarxistin.

Şande dê hevdîtinên xwe yên îro de bi parêzeran re bi dawî bike.

(b)

ANHA