NY’yê bang li aliyên Sûriyeyê kir ku rageşiyê kêm bikin

Cîgirê Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî, Ferhan Heq ji hemû aliyên li Sûriyeyê xwest ku berpirsiyariyên xwe bi cih bînin, aramiya rewşê biparêzin û pabendî agirbestê bibin.

NY’yê bang li aliyên Sûriyeyê kir ku rageşiyê kêm bikin
22 ÇILE, 2026   09:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Cîgirê Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ferhan Heq di civîneke çapemeniyê de li ser rewşa li Sûriyeyê axivî û got: "Hemû aliyên li Sûriyeyê berpirsiyariyeke zelal hildigirin. Divê hemû alî ji kiryarên ku sivîlan bixin xetereyê, rageşiyê zêde dikin, an jî bibin sedema koçberiya zêdetir dûr bisekinin."

Ferhan Heq anî ziman ku "Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî ji hemû aliyan dixwaze ku aramiya rewşê biparêzin, pabendî agirbestê bibin û hûrguliyên peymana dawî bêyî derengmayîn û bi ruhê lihevkirinê, bi rêzgirtina tevahî ji bo maf, ewlehî û rûmeta hemû civakan bicîh bînin."

(b)