Şandeya Îmraliyê serdanên xwe didomînin

Endamên Heyetê; Pervîn Buldan û Mithat Sancar piştî serdana partiyên siyasî û Wezîrê Dadê a Tirkiyeyê, li Meclîsa Tirkiyê bi Serokê Meclîsê û Komîsyonê Numan Kurtulmuş re rûniştin.

Şandeya Îmraliyê serdanên xwe didomînin
23 kanûn, 2025   14:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Endamên Şandeya Îmraliyê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Îmraliyê ku ji parlamentera Wanê Pervîn Buldan, parlamenterê Rihayê Mîthat Sancar û endamê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Faîk Ozgur Erol pêk tê, di çarçoveya serdanên pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de serdanên xwe didomînin. 

Endamên Heyetê di çarçoveya van hevdîtinan de li avahiya Wezareta Dadê bi Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç û li Meclîsa Tirkiyê bi Serokê Meclîsê û Komîsyonê Numan Kurtulmuş re rûniştin. Hevdîtin ji çapemeniyê re girtî pêk hat.  Hat zanîn ku piştî hevdîtinê dê daxuyanî neyê dayîn.

Piştî hevdîtinê bi wezareta Dadê ra endamên şandeyê li ber deriyê Wezareta Dadê daxuyanî da çapemeniyê.

Mîthat Sancar ewilî axivî û anî ziman ku wan hevdîtineke berfireh kirine û wiha got: “Me hem li ser xebatên wan agahî girtin û hem jî pêşniyarên xwe gotin. Em li ser pirsgirêka hiqûq û edaletê ku di rojevê de ye rawestiyan. Li ser pêvajoyê jî li ser serarestkirina hiqûqê nêrînên xwe parve kir. Aştî tenê bi hiqûq û edaletê dikare bê mayîndekirin. Ji bo vê jî peywîreke mezin dikeve ser milê Wezîrê Dadê. Wî jî ev tişt got. Di ferqê de ye. Li ser gelek xalan xebat tên kirin. Paketa 11emîn jî di nav de me ji bo zemîna hiqûqê bê xurtkirin gelek mijar nîqaş kir. Her wiha ji bo pêvajoyê çêkirin ango guherîna qanûnan jî mijara me bû. Em ji birêz Wezîrê Dadê hîn bûn ku xebatên wan jî hene û pêşniyarên xwe jî kir. Armanca me ew e ku em aştiyê bi hiqûqê mayînde bikin. Di vê çarçoveyê de hevdîtin dê bidomin. Serkeftina vê pêvajoyê bi xebateke bi hev re pêkan e.”

Pervîn Buldan jî diyar kir ku li girtîgehan binpêkirinên mafên girtiyan anîne ziman û wiha got: “Rewşa girtiyên nexweş û şewitandina înfaza girtiyan jî mijara me bû. Gelek girtiyên nexweş hene û ji ber biryarên Lîjneya Çavderiyê û Îdareyê ya Girtîgehan nayên berdan. Li ser vê yekê me fikir û pêşniyarên xwe kirin. Em ê jî bişopînin. Ji bo serkêftina pêvajoyê ev yek girîng e.”

Tê payin ku dema karkirinê ya Komîsyonê wê 31'ê Kanûnê diqede. Civîna bi serokatiya Nûman Kûrtûlmûş wê di 24'ê Kanûna 2025'an roja Çarşemê saet di 11:00 de li Salona Merasîmê ya Meclîsa tirkiyeyê bê lidarxistin.

Di civînê de wê komîsyona meclîsê destpêkê li pêşkêşiya Prof. Dr. Havva Kok Arslan guhdarî bike. Piştî pêşkêşiyê wê endamên komîsyonê li ser pêvajoyê nirxandinê bikin.