Misirê ji bo Sûriyeyê banga diyalogan kir

Wezaretê Karên Derve ya Misirê banga kêmkirina rageşiyê li Sûriyeyê û parastina sivîlan kir û diyar kir ku çareseriyeke daîmî ji aloziyê re bi proseyeke siyasî ya giştî pêkan e.

Misirê ji bo Sûriyeyê banga diyalogan kir
23 kanûn, 2025   13:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Karên Derve ya Misirê ji ber geşedanên dawîn ên li Sûriyeyê, bi taybetî rageşiya li Helebê îro daxuyaniyek weşand. Wezaretê banga kêmkirina rageşiyê li Sûriyeyê û aştî û diyalogê kir. 

Her wiha fikarên xwe ji ber pevçûnan, kiryarên tundî û tirsandina sivîlan anîn ziman û hişyarî da ku ev rewş dê bandorên xeternak bi xwe re bîne ku dê gefê li ewlehî û îstiqrara Sûriyeyê bixwe.

Di daxuyaniyê de îşaret bi girîngiya kêmkirina rageşiyê, rawestandina diyardeyên tundiyê, parastina sivîlan, ewlehî û yekparbûna axa Sûriyeyê hate kirin. Her wiha hate destnîşankirin ku çareseriya daîmî ya aloziya Sûriyeyê di proseyeke siyasî ya giştî ya li ser esasê diyalogan, rêzdariya li hemberî berjewendiyên tevahî pêkhateyên Sûriyeyê di çarçoveya dewleteke nîştimanî û saziyên wê de ye.

(b)