Pirsgirêka avê ya li bajarokekî Reqayê çareser bû

Pirsgirêka avê ya li bajarokê Kidêran ê kantona Reqayê ku bi salan dewam kir, çareser bû.

Pirsgirêka avê ya li bajarokekî Reqayê çareser bû
Pirsgirêka avê ya li bajarokekî Reqayê çareser bû
Pirsgirêka avê ya li bajarokekî Reqayê çareser bû
Pirsgirêka avê ya li bajarokekî Reqayê çareser bû
Pirsgirêka avê ya li bajarokekî Reqayê çareser bû
Pirsgirêka avê ya li bajarokekî Reqayê çareser bû
Pirsgirêka avê ya li bajarokekî Reqayê çareser bû
23 kanûn, 2025   14:53
REQA

Şêniyên bajarokê Kidêran ê kantona Reqayê bi salan ji ber zêdebûna nifûsê zehmetiyên kêmbûna avê kişandin.

Li ser banga şêniyên bajarokê, Gerînendetiya Avê ya Yekitiya Şaredariyên Kantona Reqayê beriya 2 mehan dest bi avakirina stasyonekê avê kiribû û stasyon berî çend rojan ket xizmetê.

Şaredariyê di çarçoveya xebatê de bîrek kola, pompeyek ku di saetekê de 400 metrekab avê dikişîne danî, her wiha xeta pompekirinê ya 2 kîlometreyî, odeyeke pompkirinê ya taybet û xeteke elektrîkê ji bo xebitandina pompê saz kirin. Bi vê yekê zehmetiyan nêzî 10 hezar kesî bi dawî bûn.

Ji rêveberên Gerînendetiya Avê ya Selhebiyê û berpirsê vê xebatê Zêdan El Nasir diyar kir ku şêniyên Kidêranê ji ber pirsgirêka kêmbûna avê zehmetî dikişandin û da zanîn ku pirsgirêk ji ber zêdebûna nifûsê û kêmbûna ava çemê Firatê zêdetir bû. Ava Firatê li gorî salên berê ji sedî 80 kêm bûye.

El Nasir diyar kir ku pomp ji 10 rojan ve ketiye xizmetê û avê digihîne tevahiya malan. Her wiha îşaret pê kir ku lêçûna stasyonê nêzî 474 hezar dolar bû.

(b)

ANHA