Şampiyonaya kişikê bi dawî bû

Yekitiya Werzîşê ya Kantona Cizîrê encamên şampiyonaya kişikê aşkera kirin. Şampiyonayê duh dest pê kiribû û îro bi dawî bû.

Şampiyonaya kişikê bi dawî bû
Şampiyonaya kişikê bi dawî bû
Şampiyonaya kişikê bi dawî bû
Şampiyonaya kişikê bi dawî bû
Şampiyonaya kişikê bi dawî bû
Şampiyonaya kişikê bi dawî bû
Şampiyonaya kişikê bi dawî bû
30 mijdar, 2024   15:57
QAMIŞLO

Yekitiya Werzîşê ya Kantona Cizîrê duh di sezona sala 2024-2025'an de li Stadyuma Heysem Kiço ya li bajarê Qamişloyê şampiyonaya kişikê ya mêran dabû destpêkirin. Ji temenên 17- 60 salî 14 kes beşdarî şampiyonayê bûn.

Beşdarên şampiyonayê di 2 rojan de li gorî 7 qonaxan lîst û encamên şampiyonayê îro hatin aşkerakirin.

Li gorî encaman, Kawa Yûnis di asta yekem, Dilxwaz Berekat di asta duyem û Iyad Endî di asta sêyem de bi ser ketin. Her sê kesên serketî ji aliyê Yekitiya Werzîşê ve hatin xelatkirin.

(bb)

ANHA