Şam û Bexdayê êrişên DYA’yê şermezar kirin

Hikumeta Iraqê got têkildarî bombebarana Amerîka ya li Iraqê tu koordîneyek bi artêşa Amerîkayê re tune bû. Wezareta karên derve ya hikumeta Şamê jî êrişa li dijî Sûriyeyê şermezar kir.

Şam û Bexdayê êrişên DYA’yê şermezar kirin
3 sibat, 2024   14:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê hikumeta Iraqê Basim El Ewadî êrişên DYA’yê şeremzar kir û got: "Rêveberiya DYA’ê êrişeke din li dijî serdestiya Iraqê pêk anî. Deverên ku hêzên me yên ewlehiyê hene yên li herêmên Ekaşat û Qaêm bombebaran kirin. Her wiha cihên sivîlan ên nêzî wê kir hedef. Di encama êrişa hovane de sivîl jî di nav de 16 kes şehîd bûn û 25 kesên din birîndar bûn. Zirarên li avahî û mal û milkên welatiyan bûn."

Wezareta Karên Derve ya hikumeta Şamê bombebarana Amerîkayê li dijî Sûriyeyê şermezar kir û hişyarî da ku êriş aloziya li herêma Rojhilata Navîn gûrtir bike.

CENTCOM`ê vê sibê ragihand ku hêzên wê yên hewayî li Iraqê û Sûriyeyê gelek navend û baregehên Feyleqê El Quds a Pasdarên Îranê û milîsên wê bombebaran kirine.

(şx)