Li Parîsê di êrişekê de 3 kes birîndar bûn

Li Parîsê di êrişeke bi kêran de 3 kes birîndar bûn. Ji ber êrişê gumanbarek hat destgîrkirin.

Li Parîsê di êrişekê de 3 kes birîndar bûn
3 sibat, 2024   13:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku polîsên Fransayê dane AFP’ê, li stasyoneke trenê ya li Parîsê êrişeke bi kêran pêk hatiye. Polîsan diyar kir ku êriş saet di 07:00’an de hatiye kirin û gumanbarek hatiye destgîrkirin.

Li gorî bîlançoya pêşîn a ku polîsan daye, di encama êrişê de 3 kes birîndar bûne û rewşa birîndarekî giran e.

Polîsên Fransayê da zanîn ku êriş li stasyona trenê ya Gare de Lyon a li Parîsê hatiye kirin.

(bb)