Şam êrişên Îsraîlê şermezar kir, Îsraîl jî behsa baregehên Tirkiyeyê dike

Hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê êrişên Îsaraîlê yên li Humis û Laziqiyê şermezar kirin. Çavkaniyên Îsraîlê jî gotin, êriş li dijî amadekariyên Tirkiyeyê yên çêkirina baregehên leşkerî pêk hatiye.

Şam êrişên Îsraîlê şermezar kir, Îsraîl jî behsa baregehên Tirkiyeyê dike
9 îlon, 2025   13:02
NAVENDA NÛÇAYEN

Balafirên şer ên Îsraîlê şevê din li derdora bajarên Humis û Laziqiyê çend baregehên leşkerî bombebaran kir. Li gorî agahiyan, êriş li dijî tabûra parastina hewayî, akademiya parastina hewayî ya li herêma El Ewras a başûr rojhilatê Humisê û Baregeha Siqobîn a Leşkerî ya li Laziqiyê, pêk hat.

Hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê, yekem car helwest li dijî êrişên Îsraîlê da û êriş şermezar kir. Hikûmetê ji Konseya Ewlekariyê xwest berpirsyariyên xwe bi cih bînin.

Li aliyê din çavkaniyên Îsraîlê ji saziyên ragihandinê re aşkere kirin ku êriş li dijî alav û navendên amadekariya Tirkiyeyê çêkirina baregehên leşkerî li Sûriyeyê, pêk hatiye.

(dc)