Artêşa Îsraîlê fermana valakirina Xezayê da

Artêşa Îsraîlê bang li şêniyên Xezayê kir ku Şerîda Xezayê vala bikin û ber bi Mewasî ve biçin. Duh jî Netanyahu ragihadibû ku êrişek befireh li Xezayê daye destpêkirin.

Artêşa Îsraîlê fermana valakirina Xezayê da
9 îlon, 2025   13:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê bang li şêniyên Xezayê kir ku ji bakurê Şerîda Xezayê derkevin û bi rêya deriyê Reşîd re ber bi başûrê Xezayê ve biçin û diyar kir ku ew ê li hember tevgera Hemasê li bajêr "hêzeke mezin" bi kar bînin.

Artêşê di daxuyaniya xwe de bang li şêniyên bajarê Xezayê kir ku ji bo ewlehiya we bajêr vala bikin û bi rêya deriyê Reşîd re ber bi Mewasî ve biçin.

Ev hişyarî, piştî ku duh Bejamin Netanyahu ragihandibû ku li Xezayê dest bi êrişeke bejahî ya berfireh kiriye û di du rojan de 50 burc rûxandine û wesif kiribû ku "tenê destpêkek e", pêk tên.

Netanyahu gotibû ku "Perspektîfên min bi hêzeke mezin bi ser veşartegehên terorîstan de biçin. Me li 3 kampên koçberan veşartgeh rûxandin."

Wezîrê Parastinê yê Îraîlê Israel Katz hişyarî da û got artêşa Îsraîlê xwe amade dike ku êrişên xwe li Xezayê firehtir bike û wê bahozek mezin li bajêr rabe.

Tevgera Hemasê bersiva daxuyaniyên Netanyahu da û bi "sûdarî" bi nav kir û îdia kir ku banga ji şêniyên bajêr re ku bajêr vala bikin "sûcê tam ê koçberiya bi darê zorê" ye.

(fr)