Dayika şehîd Ferhad Dêrik û Îsam Şiblî wefat kir

Dayika şehîd Ferhad Dêrik û Îsam Şiblî, Şêrîn Omer ji ber nexweşiye wefat kir. Şêrîn Omer li pey xwe mîraseke têkoşîn û berxwedanê, bîranîneke xweş di dilên kesên ew nas dikir de, hişt.

Dayika şehîd Ferhad Dêrik û Îsam Şiblî wefat kir
9 îlon, 2025   12:49
QAMIŞLO

Dayika şehîd Ferhad Dêrik û Îsam Şiblî, têkoşer Şêrîn Omer îro di temena xwe ya 75 saliyê de, ji ber nexweşiya giran, wefat kir.

Şêrîn Omer bi taybetmendiya xwe ya xurt û baweriya xwe ya kûr bi doza gelê xwe dihat naskirin. Heta rojên dawîn ên jiyana xwe sembola dayika ku di oxira azadiyê de giranbihayên xwe dane ma. Di dilê xwe de xema welat hildigirt. Ew dibistane neteweyî û fedakariyê bû.

Şêrîn di salên 1980ˊî de tevgera rizgariya kurdistanê nas kiriye û bawer kiriye ku rêça têkoşîna rêya yekane ya pêkanîna edaletê û rûmetê ye. Şêrîn zarokên xwe li ser nirxên azadiyê perwerde kirin û  di oxira doza gelê xwe de şehîd dan. Tevî zextên rejîma berê ya Sûriyeyê jî, dev ji têkoşîna neteweyî berneda, berevajî di nava gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rihê berxwedan û biryardariyê belav dikir.

Kurê yekemîn ê Şêrîn Omer, Îsam Şiblî sala 2015ˊan li Şengalê di berxwedana parastina civaka êzidî ji komkujiyên çeteyên DAIŞ’ê de şehîd bû. Kurê duyemîn cîgirê hevserokên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ferhad Şiblî (Ferhad Dêrik) 17’ê Hezîrana 2022’an di êrişeke hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê şehîd bû.

Cenazeyê yadê Şêrîn wê îro li goristana gundê Qedrikê yê li nêzî Pakrewangeha Şehîd Xebat Dêrik were definkirin.

(fr)