Sala xwendinê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dawî bû

Nêzî 900 hezar xwendekarên qonaxên perwerdehiyê yên seretayî, navîn û amadehî ku di 4 hezar û 100 dibistanên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de dixwendin, sala xwendinê ya 2024-2025’an bi dawî kir.

Sala xwendinê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dawî bû
Sala xwendinê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dawî bû
Sala xwendinê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dawî bû
Sala xwendinê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dawî bû
Sala xwendinê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dawî bû
29 gulan, 2025   16:28
REQA

Kadroyên perwerdehî û rêveberî îsal kedeke mezin ji bo berdewamkirina pêvajoya perwerdehî û dabînkirina jîngeheke guncawtir ji bo xwendekaran, da.

Hejmara xwendekarên ezmûnên dawî kirine nêzî 900 hezar xwendekar bû.

Bi hezaran xwendekaran perwerdeyên xwe temam kirin û ezmûnên dawî bi serkeftî derbas kirin û bi wê re gaveke girîng di rêveçûna perwerdehiyê de avêtin.

Li kantona Reqayê, ji ber ku dibistan bûne navendên hewandina koçberên kantona Efrîn û Şehbayê nêzî 40 hezar xwendekarî ezmûnên xwe yên dawî nekirin. Desteya Pewerdê û Fêrkirinê ya kantona Reqayê hewl dide di çend rojên bê de perwerdeya wan xwendekaran temam bike.

Sala xwendinê ya îsal di 1’ê Îlonê de dest pê kir; werza yekemîn di 2’yê Çileya 2025’an de bi dawî bû û werza duyemîn di 15’ê Çileyê de dest pê kir û di 29’ê Gulanê de bi dawî bû.

Pergala perwerdehî û fêrkirinê ya li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser 4 qonaxan e; qonaxa pêşdibistan (baxçeya zarokan), qonaxên seretayî, navîn, amadehî û perwerdeya bilind. Di van qonaxan de meteryalên Rêveberiya Xweser tên dayîn û taybetmendiya her pêkhateyekê di ber çavan re tê girtin.

Meteryal 3 zimanên fermî "Erebî, Kurd û Suryanî" li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dibejirîne û her pêkhateyek bi zimanê xwe yê dayîkê dixwîne.

(fr)

ANHA