Ji ber teqîna bermahiyên şer 2 jê zarok 4 kes mirin

SOHR’ê diyar kir ku ji ber teqîna bermahiyên şer li herêmên di bin kontrola desthilata Şamê de, di 24 saetên dawîn de di nav de 2 zarok 4 kes mirin û 9 zarok jî birîndar bûn.

Ji ber teqîna bermahiyên şer 2 jê zarok 4 kes mirin
29 gulan, 2025   16:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku duh, ji ber teqîna bermahiyên şer li gundewarên Humsê, Hema û Dêrazorê di nav de 2 zarok 4 kesan jiyana xwe ji dest da û 9 zarok jî birîndar bûn.

SOHR’ê aşkera kir ku li El Hemad El Sûrî ya li nêzî Cebel Xurab ê rojhilatê Humsê di teqîna bermahiyekê de zarokekî jiyana xwe ji dest da, her wiha li gundê El Bana yê gundewarê Hemayê ji ber teqîna bermahiyê 4 zarok birîndar bûn, her wiha di teqîna mayînekê li nêzî malekê li bajarokê El Merîa yê rojhilatê Dêrazorê de 2 kesan jiyana xwe ji dest da. Li taxa El Hemed El Elî ya li bajarê El Eşara yê rojhilatê Dêrazorê di encama teqînê de zarokekî jiyana xwe ji dest da û 5 zarokên din jî birîndar bûn.

 SOHR’ê li ser berdewamkirina vê rewşa karesatî hişyarî da û xwest ku bi lez û bez mayîn werin rakirin û şênî ji xeteriya wan werin hişyarkirin, bi taybet li herêmên çandinî û nêzî eniyên şer ên berê.

(fr)