Şahiyek ji astengdaran re hate lidarxistin

Bi boneya Roja Sendroma Downê ya Cîhanê ku 21'ê Adarê ye, Gerînendetiya Kar û Barên Civakî ya Hesekê şahiyek li dar xist.

24 adar, 2025   14:02
 HESEKÊ

Gerînendetiya Kar û Barên Civakî ya bajarê Hesekê bi boneya Roja Sendroma Downê ya Cîhanê ji zarokên astengdar re şahiyek li Navenda Rengîn a Hesekê li dar xist. Di şahiyê de bi dehan astengdar û endamên saziyan amade bûn.

Di şahiyê de endama Gerînendetiya Kar û Barên Civakî ya bajarê Hesekê Zehra Semo axivî. Zehrayê got: "Armanc ji vê yekê ew e ku karînên kesên astengdar xurt bikin, wan tev li civakê bikin û bi vî awayî bibin endamên aktîf ku xizmeta civakê dikin."

Zehrayê ev li gotina xwe zêde kir: "Astengdariya bedenî li pêşberî avakirina civakê û pêşketina wê nabe kelem, lê astengdariya herî mezin hişmendiya terora çeteyan e ku bi armanca qezenckirina pereyan kesên bêguneh qetil dikin."

Dûre diyarî li astengdaran hatin belavkirin û şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.

(zş)

ANHA